Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçakirin gihaşt 13'an 2022-06-09 10:45:04   ŞIRNEX - Di serê sibêhê de li Şirnexê û gundên wê bi ser gelek malan ve hate girtin û 13 kes hatin binçavkirin.   Serê sibêhê li navenda Şirnexê û li gundên wê polis û jendirmeyan bi ser gelek malan ve girtin û gelek kes binçav kirin. Li navenda Şirnexê, gundê Avgamasya, gundê Sirêrehlê û konutên Afet gelek kes hatin binçavkirin. Bi ser malên ku hatine girtin de bi saetan lêkolîn hate kirin. Navên kesên ku hatine binçavkirin wiha ne;  Nîhat Ustun, Saît Ustun, Abdurahman Altay, Salîh Ceylan, Haci Ustun, Halîd Gungen, Adîl Ustun, Omer Gulenç, Nîzar Kilinç, Emîn Mungan, Emîn Kulter, Naîm Tunç, Şoreş Akin.    Kesên hatin binçavkirin, birin tumena Şirnexê. Her wiha hate zanîn ku hejmara kesên binçavkirî wê zêdetir bibe.