‘Dixwazin dengê çapemeniya azad qut bikin’ 2022-06-09 09:02:40     Marta Somek   STENBOL - Endama Lijneya Rêveberiya DÎSK Basin-Îş'ê Elîf Akgul bertek nîşanê binçavkirina 21 rojnamegerên ku nav de midûr û edîtora ajansa me jî têde, da û got: “Di dîroka çapemeniya azad de gelek mînakên vê û her wiha berxwedanên li dijî zextan tijye.” Parêzera MLSA Merve Kurhan jî da zanîn ku bi astengkirina çapemeniya azad re dixwazin pêşî li ber heqîqetê bigirin.   Duh sibehê  di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinê de Gerînendeya ajansa me Safiye Alagaş, edîtora me Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel û Mehmet Yalçin hatin binçavkirin. Feynaz Koçuk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Stenbolê hat binçavkirin.   Rojnameger li Midûriyeta Emniyeta Amedê girtîne û heta niha der barê dosyayê de agahî nedane parêzeran û ji her alî bertek jî hatin nîşandan.    ‘Gelek tiştên ji çapemeniya azad fêm bikin heye’   Endama Lijneya Rêveberiya DÎSK Basin-Îş Elîf Akgul diyar kir ku AKP her ku ber bi dawiya xwe tê zext û şîdetê zêde dike û wiha got: “Yek ji aliyên ku bi awayekî tûnd berê xwe dayê rojnamegerên kurd in. Çend roj berê hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglu hat binçavirin û bi sûcdariya pere şandiye ji hevpîşeyên xwe re hat rû hev. Armanca AKP’ê ne tenê faliyetên çapemeniyê bike bin zextê, di heman demê de dixwaze rojnamegeran tenê bihêle, piştevaniyê bişkîne. Ev zext ji bo çapemeniya kurd ne nû ye. Dîroka çapemeniya kurd bi berxwedanê û her wiha zextên li hember wan tije ye. Em îro dibînin şîdet li ser rojnameger û çapemeniya muxalîf jî heye. Di vî alî de gelek tiştên ji kevneşopiya çapemeniya azad bê fêrkirin heye. Em wek DÎSK Basin Îş piştevaniya bi hevalên xwe re didomînin. Ji bilî piştevanî û rêxistinê çareyek din tune.”   ‘Armanc ev e ku dengê çapemeniyê qût bikin’   Ji parêzerên Komeleya Lêkolîna Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Merve Kurhan jî zextên li hember rojnamegeran wek amadekariya hilbijartinên şîrove kir û da zanîn ku her ku hilbijartin nêz dibe desthilatdarî zextên xwe zêde dike û wiha bi lêv kir: “Tirkiye di krîzek giran a siyasî û aborî de ye. Di pêvajoyek wisa de girtina agahiyên rast girîngtir bûye. Ji ber vê jî çapemenî rola xwe dilîze û rastî zextan tê. Armanc astengkirin heqîqetê ye. Binçavkirina rojnamegeran û desteserkirina alavan jî bi vê armancê hatiye kirin. Ev binpêkirina giran a mafê azadiya fikr û ramanê ye.”   ‘JINNEWS xebatek girîng û bi nirx e’   Merveyê destnîşan kir ku li hember çapemeniya kurd zext zêde bûne û rojnamegerên Kurd di bin şertên giran de dixebitin û ev bertek nîşan da: “Rojnamegeriya jinê jî bûye hedef. JINNEWS xebatek girîng û nirx e. Binçavkirina xebatkarên wan zirarê dide nasname û mafê jinan. Di encamê de zexta li hember rojnamegeriya jinê nîşaneya nêrîna desthilatdariya mêr a li hember jinê ye.”   ‘Divê çapemenî tenê neyê hiştin’   Merveyê dawiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Di vê pêvajoya ku çapemenî ne azad e, bi zext û şîdetê hewl tê dayîn bê bêdengkirin, pêşketina mirovan jî ne mijara gotinê ye. Divê gel xwe bigihîne heqîqetê û çapemenî bi awayekî azad binivîse. Tevî hemû polîtîkayên zext û çewisandinê, li Tirkiyeyê çapemeniya azad girêdayê etîka pîşeyî faliyet meşandiye. Dvê her kes bi derfetên xwe xwedî li çapemeniyê derkeve û berteka xwe nîşan bide, bikeve piştevaniyê. Divê hemû rojnameger serbest bên berdan.”