ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-09 09:00:00     *Jinan diyar kirin ku kes nikare xurekên sereke bigire û gotin ne cotkar ne bazarvan qezenc nakin. Jinan gotin sermayedar tenê qezenc dikin. DÎMEN HEYE   *Endama Lijneya Rêveberiya DÎSK Basin-Îş'ê Elîf Akgul bertek nîşanê binçavkirina 21 rojnamegerên ku nav de midûr û edîtora ajansa me jî têde, da û got: “Di dîroka çapemeniya azad de gelek mînakên vê û her wiha berxwedanên li dijî zextan tijye.” Parêzera MLSA Merve Kurhan jî da zanîn ku bi astengkirina çapemeniya azad re dixwazin pêşî li ber heqîqetê bigirin.   *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Gulê Mihemed têkildarî birêxistinkirina jinan a di Wargeha Holê de ya ji aliyê çeteyan ve wiha got: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê dîtin ku bi taybet di Kobanê de çawa li hember jinê têk diçin, ji ber vê yekê dixwazin tola xwe hildin. Çawa ku DAIŞ bi destê jinê hat şikandin, dixwaze dîsa bi destê jinê xwe bi rêxistin bike û li dijî me jinê bi kar bînin."  DÎMEN HEYE