Nobeda Edaletê di roja 71'ê de ye: Em ê tecrîdê bi dawî bikin 2022-06-08 16:29:31   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ku di 71'emîn çalakiy xwe ya "Nobeda Edaletê" ya li Îmzîrê de li ber  Girtîgeha Kriklarê hatin gel hev, diyar kirin ku ew ê bi meşa ber bi gemlikê ve tecrîdê bi dawî bikin.   "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin di roja 71'emîn a çalakiya xwe de li ber Girtîgeha Kriklar a Îzmîrê hatin gel hev. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navenda Îzmîrê û navçeyên wê Konak û Torbaliyê serdana malbatên çalakvan kirin. Malbatan di çalakiya xwe de dirûşmên "Ji girtiyên nexweş re azadî", "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin û berdilkên "Heq hiqûq edaet" berz kirin û berdilkên bi nivîsa "Ji gitiyên nexweş re azadî" li xw kirin.   'Em ê tecrîdê bi dawî bikin'    Hevserokê HDP'a Konakê Abdulvahap Bal,  axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê belavî tevahiya civakê bûye û û wiha got: "Girtiyan tedawî nakin û wan bernadin. Demeke dirêj e dayik li vir Nobeta Edaletê digirin. Daxwazên dayikan hiqûqî ne û em jî li pişt wan in. Em ê jî li dijî nzextên li girtîgehan û tecrîda sûcê mirovahiyê bimeşin Gemlîkê. Em ê vê tecrîdê bişikînin."   'Bila bêhiqûqî bên bidawîkirin'   Hevseroka HDP'a Konakê Azîze Çelebî jî diyar kir ku li girtîgehan zext û binpêkirinên mafan pêk tên. Ev pêkanîn ne hiqûqî ne. Daxwazên malbatan meşrû ne. Bila pêkanînên nehiqûqî demildest bên bidawîkirin."