'Di nav 10 rojan de 445 top li gundên Minbicê ketin' 2022-06-08 13:47:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Di nav 10 rojan de 445 topên Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundên Minbicê ketine û zirarên madî çêbûne.   Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya 10 rojan a êrişên Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundewarên bakurê rojavayê Minbicê eşkere kir.    Bîlançoya hatî eşkerakirin wiha ye:    “Dagirkeriya Tirk hewl dide aloziyên xwe yên derve ji raya giştî ya Tirkiyê re wek serkeftineke xeyalî bide xuyakirin. Di heman demê de hîn jî li hemû eniyên Minbicê operasyonên dijminane pêk tîne.   *Gundên Hoşeriyê, Cat, Toxar, Ewn Dadat, Mihsenlî, Ereb Hesen, Um Edese, Seyade, Yalinlî, Qertwêran, Kor Hiyûk, Ceble Hemra, Boxaz, Kewiklî û bajarokê Erîme ketober topbaran kirin.   * Di heman demê de li hemberî eniyan, gundên Qîrate, Toxar, Helûncî, Yaşlî, Şêx Nasir, Zerzor û Şiweyhe hatin hedef girtin.    * Dewleta Tirk ev baregeh ji bo tirsandina niştecihan bi kar anîn û di 1'ê hezîranê de bi balafirên bêmirov ên biçek gundê Ereb Hesen bombebaran kir.   * Her wiha 2'yê hezîranê çeteyan 3 caran û ji 3 aliyan ve hewl da bikevin gundê Mihselî, lê bi saya berxwedana hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldanên wan têk çûn.   * 3`yê hezîranê jî hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniya bakur çeteyekî “Mertalê Firatê” yên girêdayî Artêşa Tirk kuşt, her wiha çeteyekî din jî dema hewl dida mayinan li derdora gundê Mihsenlî biçîne, birîndar bû.   * Di encamê de, di 10 rojan de 445 top li gundan ketine û zirarên madî çêbûne.”