Şandeya Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP’ê kir 2022-06-08 13:16:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê serdana Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlêrê kir.   Şandeya Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê ya 7 kesî ku ji Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhali, Siyasetmedar – Prof. Dr. Salar Basîra, Bijîşka Dil Zeynep Bînîcî, Şêwirmend Ronak Azîz, ji Weqfa Lînangan (Holanda) Hunermend Glorîosû Jûn Satûray, Berdevkê Enternasyonal ê Pêşverû Danîel Kopp û Çavdêrê Siyasî Yilmaz Pêşkevin Kaba pêk tê, ji bo ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bên sekinandin ev çend roj in li Herêma Kurdistanê hevdîtina dike.   Di vê çarçoveyê de şandeyê li Hewlêrê serdana Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêrê kir û ji aliyê hevserokên nûnertiyê ve hate pêşwazîkirn.   Şandeya Aştiyê heta niha li Hewlêrê li gel Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) û Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û li gel Komên PDK’ê, YNK û Tevgera Goran ên li parlamentoya Herêma Kurdistanê re civiyane.   Wê şande îro hevdîtinên xwe li Silêmaniyê berdewam bike.