Ji rojnamegeran peyama 'Hêza we têrê nake hûn me bêdeng bikin' 2022-06-08 12:54:39     AMED - DFG û MKGP'ê bi daxuyaniyeke binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û gotin: "Hêza we têrê nake ku çapemeniya azad bêdeng bikin. Mîna doh îro jî em ê bibin dengê Gelê Kurd, gelên li Tirkiyeyê, kedkar, zarok, jin, bawerî û hemû bindestiyan."   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) li pêşiya avahiya DFG'ê li ser destgîrkirina rojnamevanan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Rojnamevanên endamên DFG, MKGP, Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) û nûnerên Rêxistina HDP'ê ya Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin" hatin qîrîn û Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû daxuyanî da.   Dîcle diyar kir ku di serdegirtinan de gelek rojnamevan hatine binçavkirin, her wiha telefon û materyalên dîjîtal hatine desteserkirin, di serdegirtina buroya JINNEWS'ê de hard dîskên kompûterên ajansê hatine desteserkirin.   Dîcle bi bîr xist ku medya desthilatdariyê bi sernavê "Rêxistiniya Komîteya Çapemeniyê" serdegirtin ragihandiye û destnîşan kir ku ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke nû ya êrişê û tepisandinê di dewrê de ye û got: "Hevalên me bi nûçe, bername û şîroveyên li qenalên Stêrk TV û Medya Haber TV têne sûcdarkirin. Ji van hincetan jî tê fêhmkirin ku nûçe û weşanên hevalên me yên rojnamevan ji xwe bi rengekî eşkere ji raya giştî re têne ragihandin. Lê belê têgihiştineke welê diafirînin ku mîna karekî veşartî dikin. Divê were zanîn ku îdîayên li hemberî hevalên me hemû bêbingeh in. Rojnamevanek dema ku karê xwe dike, ne ji ber polîtîkaya weşanê ya saziya lê dixebite, lê belê ji ber nûçeyên ku bi xwe çêdike berpirsyar e. Em dubare dikin ku em ê li ber polîtîkaya zext, tundî û şer serî netewînin."   Dîcle ragihand ku sedema esasî ya binçavkirinê ew e ku dixwazin binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê eşkere nebin û wiha bi lêv kir: "Desthilatdarî dixwaze polîtîkayên xwe yên şerê qirêj ji aliyê raya giştî ve neyê zanîn, lewma serî li van rêbazan dide. Di demekê de ku polîtîkayên şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ya Federe tê meşandin û tê gotin ku wê operasyonên nû lê bêne zêdekirin, ev destgîrkirin hewldana ji bo bêdengkirina kurdan e. Eşkere ye ku weke parçeyek ji qirkirina civakî, aborî û siyasî ya li hundir û derveyî welat li dijî kurdan tê kirin, dixwazin rojnamevanên Kurd bêne bêdengkirin."   Dîcle bi dewamî anî ziman ku berê bi dehan hevalên wan ên rojnamevan hatin binçavkirin, girtin û sirgûnkirin, her wiha hinek jê hatin qetilkirin û xwest, rojnamevanên hatine binçavkirin bêne berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mîna doh îro jî em ê bibin dengê Gelê Kurd, gelên li Tirkiyeyê, kedkar, zarok, jin, bawerî û hemû bindestiyan."   'Em ê li dijî vê êrişê bi hêzeke mezin dengê xwe bilind bikin'   Berdevka MKGP'ê Roza Metîna jî di daxuyaniya rojnamegeran de axivî û got: "Êrişên li dijî ragihandina rastiyê dewam dikin. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dibêjin ger îro li welatekî, li zindanan rojnameger, nivîskar, helbestkar, rewşenbîr hebin em nikarin li wî welatî behsa demokrasiyê bikin. Em nikarin li wî welatî behsa azadiyê bikin. Îro êrişeke mezin li dijî fikir û ramanên azad heye. Bila ev sîstema yekperest a îro êrişî rojnamegeran, fikir û ramana azad dike behsa azadî û demokrasiyê jî neke. Em dibêjin rojnamegerî ne sûc e. Rojnamegerî ragihandina rastiya heqîqetê ye. Loma wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê em dibêjin bila demildest hevalên me bên berdan. Kes nikare dengê me qut bike. Em ê li dijî vê êrişê bi hêzeke mezin dengê xwe bilind bikin û em ê bêjin bijî rojnamegerî, bijî azadî, bijî ragihandina rastiya heqîqetê. "   Nûnerê TGS'ê Mahmût Oral jî got, "Zextên ku heta niha li rojnamevanan hate kirin bê encam man. Ji niha û pê ve jî wê bê encam bimînin."