Komeleya Wêjekarên Kurd binçavkirina rojnamegeran şermezar kir 2022-06-08 10:56:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Wêjekarên Kurd binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û ragihand ku divê rojnamegerên hatine binçavkirin demildest bên berdan û dawî li binpêkirina mafan a li welêt diqewime bi dawî bê.   Li Amedê, îro serê sibehê polisan bi ser malên rojnamegeran de girt û Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf  Ungur, Remziye Temel binçav kirin. Her wiha polîsan bi ser ajansa nûçeyan a jinê ya JINNEWS'ê de girtin. Têkildarî mijarê Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyaniya nivîskî da. Komeleya Wêjekarên Kurd got:"Em ne li gel vê yekê ne ku kedkarên çapemeniyê ji ber karê xwe dikin, ji ber pîşeya xwe bên binçavkirin. Em li gel parastina fikir û ramanên azad in. Divê rojnamegerên hatine binçavkirin demildest bên berdan û dawî li binpêkirina mafên li welêt diqewime dawî bê."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Zext, binçavkirin, girtin, êrişên sîstematîk ên li dijî rojnamegerên kurd didomin. Îro li Amedê polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Bi serdegirtina malan; Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût hatin binçavkirin. Her wiha bi ser ajansa nûçeyan a jinê JINNEWS'ê de jî hat girtin.    Îro tevî zext û zordestiyên li ser çapemeniya azad tên kirin jî rojnamegerên kurd ji bo ragihandina rastiya heqîqetê ya ji civakê re li ber xwe didin û serî natewînin. Em wekî Komeleya Wêjekarên Kurd dibêjin ku mafê rojnamegerên ku peywira xwe ya ragihandina rastiyê ya ji civakê re pêk tînin, ne zext û zordestî ye. Em ne li gel vê yekê ne ku kedkarên çapemeniyê ji ber karê xwe dikin, ji ber pîşeya xwe bên binçavkirin. Em li gel parastina fikir û ramanên azad in. Divê rojnamegerên hatine binçavkirin demildest bên berdan û dawî li binpêkirina mafên li welêt diqewime dawî bê."