Koçberên Bakurê Kurdistanê bi rayedarên NY re rûniştin 2022-06-08 10:36:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê ne, bi nûnerên Iraqê yên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin û bal kişandin ser êrişên li hemberî penaberan.    Êrişên dewleta Tirk ên li ser penaberên ji Bakurê Kurdistanê îsal zêde bûne. Hikumeta Başûrê Kurdistanê têkildarî sûîqestên ku li hemberî penaberên siyasî pêk hatî tu daxuyanî nedaye.    Ji bo dawî li êrişan bê anîn û kujer bên darizandin, penaberên ji Bakurê Kurdistanê hefteya derbasbûyî li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Silêmaniyeyê çalakî li dar xistibûn. Penaberên siyasî vê hefteyê jî bi heyeteke payebilind a NY re hevdîtin kirin ku ji Bexdayê hat Silêmaniyeyê.   Komeleyên Karkerên Mezopotamyayê diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye. Çavkaniyên nêzî hevdîtinê ragihandin ku rayedarên Neteweyên Yekbûyî soz dane ku lêpirsînên têkildarî êrişan ji nêz ve bişopînin.   Li gorî agahiyan rayedarên Neteweyên Yekbûyî û koçberên ji Bakurê Kurdistanê wê hevdîtinan dewam bikin.