PENa Kurd: Divê rojnameger demildest bên berdan 2022-06-08 10:09:18   NAVENDA NÛÇEYA - Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd  têkildarî binçavkirina rojnamegeran diyar kir ku li Tirkiyeyê zext, zor û çewsandina li ser rojnamegeran û azadiya derbirînê her ku diçe zêdetir dibe û got:"Em wekî Navenda PENa Kurd ji ber zext û zora li ser rojnamegeran û binpêkirina ravekirina fikir û ramanê xemgîn û dilgiran in, rewşa heyî ya nexweş şermezar dikin û hêvî dikin ku rojnamegerên hatine binçavkirin yekser bêne berdan. "   Vê serê sibehê li Amedê polîsan bi ser mala gelek rojnamegeran de girtin û ew kirin bin çavan. Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd binçavkirina rojnamegeran û biserdegirtin ajansa nûçeyan a jinê a bi navê JINNEWS'ê bi daxuyaniya nivîskî şermezar kir û got ew hêvî dikin ku rojnamegerên hatine binçavkirin yekser bên berdan.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Li Tirkiyeyê zext, zor û çewsandina li ser rojnamegeran û azadiya derbirînê her ku diçe zêdetir dibe. Cara dawî li Amedê gelek kedkarên çapemeniya kurdan, bi avêtina ser malên wan de hatine binçavkirin.    Li gorî ragihandina çapemeniyê; Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê Serdar Altan û Gerînendeya Jin Newsê Safiye Alagaş jî tê de, 13 rojnameger hatine binçavkirin. Navên rojnamegerên din ên binçavkirî ev in: Gulşen Koçak, Omer Çelîk, Azîz Oruç, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Berivan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyuncu, Esmer Tunç, Mehmet Şahîn û Zeynel Abîdîn Bulut.    Divê bê gotin ku sê roj berê jî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê Dîcle Muftuoglu jî hatibû binçavkirin, lê du roj berê hat berdan.    Dema ku ev daxuyanî dihat nivîsandin, me bihîst ku hêzên ewlekariyê bi ser avahiya Jin Newsê de jî girtine.   Em wekî Navenda PENa Kurd ji ber zext û zora li ser rojnamegeran û binpêkirina ravekirina fikir û ramanê xemgîn û dilgiran in, rewşa heyî ya nexweş şermezar dikin û hêvî dikin ku rojnamegerên hatine binçavkirin yekser û demildest bêne berdan."