Rêzan Şêx Dilêr: Tirkiye tenê ne Kurdistan dixwaze Iraqê jî dagir bike 2022-06-08 09:47:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera berê ya Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr, destnîşan kir ku li dijî Gelê Kurd tu cudahiya Tirkiyê ji DAÎŞ’ê nîne û got: “Dewleta Tirk tenê ne Kurdistan dixwaze Iraqê jî dagir bike.”   Li dijî êrîşên Dewleta Tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdîstanê (PDK) li gelek deveran çalakî tên lidarxistin û bertek û nerazîbûn tên nişandan. Her wiha di 2’ê Hezîranê de li herêma Mêrgepan a Silêmaniyê gelek nivîskar, rojnameger, akademisyen, aktîvîst û sîyasetmedarên Herêma Federal a Kurdîstanê û endamên Nûnertiya Partiya Yekiriya Demokratîk(PYD) ligel hevdû civiyan û êrîşên Tirkiyê nîqaş kirin. Parlementera berê ya Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr, têkîldarî komxebatê û êrîşên Tirkiyê axivî.   ‘Tirkiye wekî DAIŞ'ê êrîşî kurdan dike’   Parlementera berê ya Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr, daxuyand ku pêwîste li dijî êrîş û dagirkirina dewleta Tirkiyê li her çar parçeyên Kurdîstanê hêzekê yeygirtî pêk were. Rêzan, wiha axivî: “Dewleta Tirk dewletekê dîktator e. Bi taybetî li dijî Gelê Kurd cudahiya wê ji DAİŞ’ê nîne. Li dijî Gelê Kurd wekî DAIŞ’ê êrîşan dike. Tehamûla Tirkiyê li hemberî Kurdan Tune ye . Ji bo ku Tirkiye êrî bike cudahiya bajarên kurdan ji hev tune ye. Herî dawî li Silêmaniyê kurdekê bi deste mîta Tirkan hate kuştin. Li dijî van rewşan gerek yekrêziya kurdan were parastin û di vî aliyî de sîyasetek were meşandin.”   ‘Tenge dixwaze Irqê jî dagir bike’   Rêzan, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser komxebata ku li Silêmanîyê li dijî êrîşên dewleta Tirk banga yekitiyê kiribûn û got: “ Tê zanîn ku êrîşên Tirkiyê roj bi roj zêdetir dibin. Li dijî van êrîşan li herêma Mêrgepan a bajarê Silêmanî komxebatek hate çêkirin. Ligel çalakvan, sîyasetmedar û parlementerên Iraq û Kurdîstanê û gelek rewşenbîr û akademisyen ligel hev civîyan. Her wiha ev êrîşên ku tên kirin ne tenê hewayî ne. Di heman demê de di çarçoveya êrîşên xwe de xelkên sivîl jî dikuje. Pêwîst e ku were zanîn tenê Kurdistan nehatiye dagirkirin û li gel Kurdistanê hemû axa Iraqê hatiye dagirkirin.”   ‘Em ê pêşî li dagirkirina Tirkiyê  bigirin’   Rêzan, di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku divê li dijî êrîşên Tirkiyê hemû çalakvan, sîyasetmedar û rewşwnbîr bibin xwedî helwest ku pêşiya van êrîşan were girtin. Rêzan, got: “Me gelek niqaşên berfireh kirin û em ê berdewamiya xebatên bi vî rengî bînin. Em ê îmze kom bikin û bişînin Bexdayê. Li dijî dagirkeriya Tirkiyê em ê encamek derxînin. Pêwîst e ku li dijî êrîşên Tirkiyê tene ne herêmên Kurdan xwedî helwest bibin. Divê bi tevahî Iraq û dewletên Rojhîlata Navîn jî bibin xwedî helwest. Êrîşên Tirkiyê ji bo tevahiya gelan metirsiyek mezin pêk tîne.”