'Li dijî xiyanetê yekitiya neteweyî hewce dike' 2022-06-08 09:06:34     ŞIRNEX - Şeniyên Elkê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP-MHP'ê da û gotin: "Divê Gelê Kurd bibe tifaq ku bikaribe vê zilmê bişkine. Divê Barzanî  dev jî xiyanetê berde."   Li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal Kurdistanê êrişa AKP-MHP’ê ya ku  bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatine destpêkirin berdewam dike. Geşedanên siyasî û leşkerî li herêmê û Tirkiyeyê kelî bi kelî didome û dibe sedemê nerazîbûnan. Şeniyên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê da.   'Em naxwazin agahiya mirinan bibhisin'   Hatun Hakseven (50), diyar kir ku ew ê xiyaneta Barzanî efû nekin û wiha axivî: "Tifaqiya Barzanî êdî kêrî Gelê Kurd nayê. Em biratiya wî qebûl nakin. Ew xiyaneta ku wî li me kirî heta ku em saxbin em ê jibîr nekin. Dema ku ji Saddam reviya û hat vê derê mala me me wan xwedî kir. Lê mixabin ew niha bûye dijmin û neyarên zarokên me. Em heta ku em bimirin em vê xiyanetê jibîr nakin. Divê ku Gelê Kurd şev û roj li ser lingan be û em xwedî li zarokên xwe derbikevin. Divê ku em vê zilmê qebûl nekin. Em naxwazin ku êdî agahiya mirina zarokên xwe bistinin. Divê kesek mala xwe de nemîne û çi jê bê divê bike."    'Ji vê zilmê re êdî bes e'   Saîme Durmuş (55), bi lêv kir ku Barzanî zilmê li gelê xwe dike û got: "Divê ku birakujî xelas bibe. Divê ku herkes azad bijî. Ji vê zilmê re êdî bes e. Ji dijminatiya wî re êdî bese. Bi salane neyarê qewmê xwe ye û dijminatiyê gelê xwe dike. Bila bes dayik bigirin. Em jî weke  her gelekî azadî û serkeftinê dixwazin. Êdî pêdiviya gel bi PDK'ê nema ye. Ew kesê ku kêrî qewmê xwe neyê wê kêrî tu kesî jî neyê. Mûçeyên gelê xwe nade û ew bi xwe jî li Dubaîyê qesreyan çêdike. Heqê gelê xwe nade tê."   'Dinya hemû dibîne ku zilmê li gelê xwe dike'   Findî Cîn (70), diyar kir ku Barzanî rêya xwe aşkere kir û ber bi dawîbûnê vê diçe û ev tişt got: "Mela Mistefa Barzanî ji bo gelê xwe gelek tişt kir. Gelê kurd jê razî jî bû. Lê di vê pêvajoyê de Mesut Barzanî û biraziyê wî gelê xwe dikuje. Dinya hemû dibîne ku zilmê li gelê xwe dike. Piştî ku bavê wî mir wî tu tişteke baş ji gelê xwe re nekir. Niha dema ku ez diçim wê derê li kincên min dinêre û dibêjin 'Ev kincên te neyên li virin' û wê min biavêje girtîgehê. Ev tişta ku ew dikin ne tişteke rast e. Divê bes xiyanetê bike. Ev rêya ku ew tê de dimeşe ne rêyeke rast e. Ev hevkariya îro dike em qebûl nakin. Gundên wî hilweşandin, welatiyên wî qetilkirin ew tişta ku îro dike ne rast e. Bila bes birakujiyê bike. Destê xwe bila ji xwîna kurdan bikêşe."     'Bûn sixûrê Tirkiyeyê'   Ayşe Hakseven (65), diyar kir ku xiyaneta ku îro tê kirin wê neyê qebûl kirin û wiha axivî: "Me gelek ji Barzanî re kir. Lê niha xayinetiyê li me dike. Me nas nake. Niha gelê xwe dikuje û bûye sîxûrê Tirkiyeyê. Her roj balafirên wan radibin û ber bi wê herêmê ve diçin. Em ji wan gelek aciz dibin û gelek diqehirin. Lê tiştek ji destê me nayê. Ev ne tu kare ku Barzanî dike. Gelê Kurd nabe tifaq, çimkî di nava Gelê Kurd de tifaq tune ye. Divê Gelê Kurd bibe tifaq ku bikaribe vê zilmê bişkine.Qasî ku em wisa bin wê dijmin zilm li me bike."