Li Gebarê tevgera hewayî 2022-06-07 16:44:35   ŞIRNEX - Li Gebarê liv û tevgera hewayî dest pê kir.   Êrîşên ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dane destpêkirin bê navber didomin. Di çarçoveya operasyonan de li Cudî, Gebar û Bestayê jî pevçûnên dijwar diqewimin. Li Şirnexê ber bi herêmên ku şer diqewime ve tevgera hewayî ya SÎHA’yan ji do ve didome. Her wiha do gelek wesayîtên leşkeri jî ber bi Cudî û Gebarê ve bi rê ketibûn. Îro jî gelek SÎHA ber bi Gebarê ve çûn. Hate diyarkirin ku li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.