'Nobeda Edaletê' ya Îzmîrê di roja 70'yî de ye 2022-06-07 15:55:15     ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ku li Îzmîrê çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" di roja 70'yî de li ber Baroya Îzmîrê Berdewam kirin, bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û banga hestiyariyê kirin.    "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan di roja 70'yî de li ber Baroya Îzmîrê berdewam kir. Dayika girtiyê nexweş a Medet Sever ku li   Girtîgeha Hejmar T-1 dimîne Hanim Sever, bal kişand ser greva birçîbûnê ku li girtîgehên Afyon û Kiriklarê berdewam dikin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    'Li girtîgehê di bin zextan de ne'   Hanim diyar kir ku li girtîgeha Afyon û Kiriklarê greva birçîbûnê ya girtiyan berdewam dike, zextên li ser girtiyan zêde bûne û di dirjiya axaftina xwe de wiha got, "Zarokên me li gel ku înfaza xwe qedandine jî nayên berdan. Tedawiya wan nayê kirin. Hercarê astengiyekê derdixin. Zarokên me li girtîgehan di bin zextan de ne. Xarinê nadin wan û bi awayekî tendirust xewedîkirina wan nayê kirin."   Li dijî greva birçîbûnê banga hestiyariyê   Hanim bang li her kesî kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hestiyar bin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ji girtîgehan gelek cenaze derketin. Li gelek girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin . Ger ku ev zext bi dawî nebin wê dîsa ji girtîgehê cenazeyên zarokên me bên derxistin. Kujer, kesên tecawiz dikin û mafya  li derve digerin, lê zarokên me nayên dermankirin jî.  Bila Wezîrê Edaletê û Ser Komar destên xwe bidin ser wicdanê xwe û ji van pêkanînan re bibêjin êdî bese. Em dayik heta ku bimirin em ê li pişt zarokên xwe bin."