Malbata Şenyaşar: Tu astengî nikare pêşî li têkoşîna me bigire 2022-06-07 14:47:33     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku 'Nobeda Edaletê' di roja 456'emîn de didomînin, ji ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kirin, "Dixwazin bi cezayê pere têkoşîna me ya mafdar asetng bikin. Lê tu astengî nikarin rê li ber têkoşîna me ya mafdar bigirin."   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Mijdara 2018'an de parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn û kurê wê Ferît Şenyaşar jî di komkujiyê de birîndar bûbû. Piştî vê bûyerê ji bo ku edaletê pêk bê di 9'ê Adara 2021'ê de Emîne û kurê xwe Ferît li ber Edliyeya Rihayê dest bi "Nobeda Edaletê" kiribûn. Çalakiya nobedê ya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê çalakiya xwe berdewam kir û Ferît Şenyaşar jî îro dîsa hat ber Edliyeya Rihayê û naobeda xwe domand.    Ferît Şenyaşar, diyar kir ku di dema nobedê de emniyetê talîmaêtên parlamenterê ku qetlîam pêk anî guhdar kiriye û di berdewamiyê de got, "Ji bo ku em dest ji nobedê berdin hemû rêbaz bi kar anîn. Di mehên ewil ên nobeda me de her roj ji aliyê midûriyeta emniyetê ve êrîşî me hat kirin. Ji ber ku nikaribûn me asteng bikin, min bi diya min re bi awayê derqanûnî binçav kirin. Em girtin nezaretê lê me got ku em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ji ber ku nikaribûn me îkna bikin vê carê jî dest danîn ser pankartên me û cezayê pere li me birîn. Hewldan ku me negirin baxçeyê edliyeyê jî. Lê me dest ji têkoşîna xwe berneda. Tu astengî nikarin me ji têkoşîna me ya mafdar dûr bikin."    'Kesên têkoşer bi ser dikevin'    Di berdewamê de Ferît, derbarê tiştên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de pêk hatibûn de jî axivî û wiha got: "Rayedarên dewletê dibêjin ku qeydên nexweşxaneyê hene lê dozger dibêje ku tune ne. Li holê nakokiyek mezin heye. Em naxwazin li vir rûnin, em jî dixwazin biçine mala xwe û vegerin jiyana xwe ya berê lê heta ku edalet pêk neyê û ev zilm bi dawî nebe em ê venegerin mala xwe. Li dinyayê timik bihêzan qezenc nekiriye. Lê kesên têkoşiyane qezenç kirine. Milyon li doza me xwedî derketine, di dawiyê de wê edalet qezenc bike."   'Nirain rê li ber têkoşîna me bigirin'   Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî ev parvekirin kir: "Ji bo ku têkoşîna me ya edaletê bi dawî bikin destpêkê gelek caran binçav kirin. Piştre JÎ 16 lêpirsînan dan destpêkirin. 5 jê bûn doz . Niha jî bi cezayê pere dixwazin têkoşîna me ya mafdar asteng bikin. Tu astengî nikare pêşî li têkoşîna me bigire. Nobeta me ya Edaletê di roja 456'an de ye."