Li Qamişloyê 'Însiyatîfa Jinan a ji bo Parastina Kurdistanê' hat avakirin 2022-06-07 12:00:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya sazî, nivîskar, siyasetmedar û dezgehên jinan li Qamişloyê Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê a li dijî dagirkeriyê hate avakirin.   Li bajarê Qamişlo ya Rojava bi pêşengiya sazî, nivîskar, siyasetmedar û dezgehên jinan Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê a li dijî dagirkeriyê hate avakirin.   Di daxuyaniya avakirina ya Înisîyatîfê de ev tişt hate diyarkirin:   “Di sedsala 21’ê de krîz û kaos her ku diçe kûrtir dibe. Ev rewşa aloz bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê û cîhanê dike. Şer û pevçûn, qetlîam û koçberî, birçîbûn û pirsgirêkên ekolojîk, antîdemokrasî û zordestî, kedxwarî û dagirkerî nîşan dikin ku pergala cîhanê di nav qeyranê de ye. Ev rastî çiqas di asta gerdûnî de bê jiyîn jî, herî zêde bandora xwe li ser Rojhilata Navîn dike. Ango bi şêweyê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ser axa herêma Rojhilata Navîn tê jiyîn. Dergûşa civakbûn û medeniyetê îro bûye qada şerên serdestiyê ya di navbera hêzên herêmî û cîhanê de.     Kurdistan jî bûye navenda vî şerî. Di encama vî şerî de wê pergaleke nû ya cîhanê ava bibe. Him hêzên dewletparêz, him jî hêzên demokrasiyê yên gelan bi têkoşîna xwe hewl didin karakterê pergala nû diyar bikin.    Di aliyê hêzên demokrasi yên cîhanê û herêmê de Gelê Kurd û bi taybet jî jinên kurd xwediyê pozîsyoneke diyarde ne. Îro, di serî de şoreşa Rojava, têkoşîna Gelê Kurd ji bo avakirina pergaleke alternatîf bala çar aliyên cîhanê dikşîne. Lê di heman demê de pevçûnên cîhanî û herêmî li ser axa Kurdistanê zor dibin. Di hundirê vê rastiyê de dewleta tirk dixwaze di 100’emîn salvegera damezrandina komara xwe de Mîsak-î Millî bi rêya dagirkerî û qetlîama pêk bîne û ji bo vê jî qirkirina kurdan temam bike. Armanc dike ku di pergala cîhanê ya nû de Gelê Kurd nebe xwediyê statûyeke fermî û demokratîk. Di vê çarçovê de ne tenê di hundirê sînorên dewleta xwe de, di heman demê de li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê jî şerekî qirker dide meşandin. Hewl dide hemû destkeftiyên kurdan tasfiye bike.    Di vî şerê xwe yê tunekirinê de bi taybetî jî jinan dike hedef. Ji ber ku jin ji bo avakirina jiyaneke azad û bi rûmet li hemberî faşîzm û serdestiyê pêşengiya têkoşînê dikin. Bi armanca jiholêrakirina pêşengtiya jinan şerekî taybet dide meşandin. Di encama vê de bi sedan jinên siyasetmedar, welatparêz û berxwedêr îro di zindanên dewleta tirk de di bin tecrît û îşkenceyê de ne. Hejmareke gelek mezin a jinên Êzîdî hîn dîlgirtî ne. Di heman demê de di herêmên dagirkirî yên Rojava de jinên kurd esîrê dewleta tirk û çeteyên wê ne. Ji qetlîama Parîsê heya Kobanê jinên pêşeng dikin hedef.     Jinên kurd bi vê şêweyê di aliyekî de hîn bêhtir bi encamên siyaseta dagirkerî û qirkirinê re rûbirû dimînin û di aliyekî din de ruxmê her tiştî dev ji rola xwe ya pêşeng a di nava berxwedana gelê xwe bernadin. Bi taybet jî di warê rol û erkên xwe yên neteweyî û parastina hebûn û mîsogerkirina azadiya gelê xwe de, xwe berpirsiyar dibînin.    Weke jin em dizanin ku ji hemû demên berê zêdetir pêwistiya me bi yekîtiyê heye. Ji bo parastina Kurdistanê li dijî dagirkerî yekîtiya jinan xwediyê roleke stratejîk e. Jin dema ku hêza xwe dikin yek di hemû mijaran de dikarin bi ser bikevin.   Ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta tirk û pêşîgirtina êrîşên nû pêwistiyeke lezgîn bi helwesteke hevbeş a jinan di asta çar beşên Kurdistanê û li derveyî welat heye. Di vê çarçovê de li ser esasiya biryarên ku di Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava ya ku di 15'ê Gulanê de li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin de, me weke jin ku li jêrê navê xwe nivîsandin damezrandina Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê a li dijî Dagirkeriyê bi raya giştî re parve dikin.    Em ê weke Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê a li dijî Dagirkeriyê ji niha şûnde xebat û çalakiyên hevbeş pêş bixin, bi armanca xurtkirina helwesta jinê, dawîanîna dagirkeriya dewleta tirk û pêşîgirtina êrîşên wê ye. Dirûşma me ‘Jinên Kurdistanê, li Hemberî Dagirkeriyê Diparêzin’ e. Bi vê armancê em damezrandina înîsîyatîfa xwe bi raya giştî re parve dikin û bang li jinan dikin tevlî me bibin ji bo ku bikaribin sekn û helwesteke bi bandor û encamgir li dijî hemû êrîşên dagirker pêş bixin û Kurdistanê biparêzin."