‘Em bi yek armancê diçin Gemlîkê’ 2022-06-07 09:07:16   Marta Somek   STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca der barê meşa Gemlîkê ya 12'yê Hezîranê de wê pêk bê bang kir û got: “Em bi yek hedefê diçin, em azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin. Werin em bi hev re ji bo rakirina tecrîdê bibin yek.”   Ji ber tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Îmraliyê girtiye, ev saleke agahî jê nayê girtin. Ji 2011’an heta niha hevdîtinên bi parêzeran re tên astengkirin. Der barê tecrîdê de li her derê çalakî pêk tên û banga azadiya Abdullah Ocalan tê kirin. Bi pêşengiya  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan re (MED-TUHAD-FED), Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tecrîdê di 12’yê Hezîranê de bi dirûşmeya ‘Li dijî tecrîdê ji bo azadî bê parastin em dimeşin Gemlîkê’ meşek tê plankirin.   Aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca der barê meşa Gemlîkê de axivî û da zanîn ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya hemû gelane.   ‘Em azadiya Rêberê Gelê Kurd dixwazin’   Eylemê destnîşan kir ku tecrîd 23 sal in didome û wiha got: “Ev tecrîd ne tenê li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Gelê Tirk û Kurd e. Tecrîdê bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Li ser aliyên muxalîf tecrîdek heye. Ji ciwanan bigirin heta jinan û hemû aliyan. Me di 50’emîn sala Newrozê de ev anî ziman. Em bi yek hedefê diçin û em azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin.”   ‘Armanca meşê’   Eylemê diyar kir ku, ne tenê daxwaza şikandina tecrîdê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalane dixwazin û wiha berdewam kir: "Di esasa kampanya me daye destpêkirin de em dixwazin êdi divê em daketin kolanan û vê tecrîdê bikin rojeva Tirkiye û Kurdistanê. Ji ber vê plana meşa Gemlîkê jî derket holê. Armanca me her çiqas şikandina tecrîdê be jî em bi giştî dixwazin tecrîdê rakirin. Fatura tecrîdê li gelan tê birîn. Ji ber vê divê em azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin. Ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin.”   ‘Ji bo azadiya gelan hewl dide’   Eylemê bi lêv kir ku ew her tim ji fikrên Rêberê PKK’ê fêdeyê digirin û wiha dirêjî dayê: “Em vê dizanin; her çiqas 23 sal in li grava Îmraliyê girtîbe jî fikr û nêrînên wî bi paradîgma xwe ji bo azadiya gelan têdikoşe. Di bin tecrîdê de ji bo azadiya gelan hewl dide. Ji bo vê jî ew çiqas girtî be jî em ji fikrên wî fêdeyê dibînin. Ji ber vê şikandina tecrîdê wê ji bo fêdeya gelan be. Şikandina tecrîdê jî bi têkoşîna hevpar pêkane. Werin em bibin yek û bi hev re tecrîdê rakin.”