Şandeya Kongreya Star bi Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê re hevîdîtin pêk anîn 2022-06-06 15:18:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera Rêxistina Kongreya Star li Silêmaniyê bi Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn.   Îro şandeke Nûnertiya Rêxistina Kongreya Star pêk tê, li Silêmanî serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir. Nûnera Kongreya Star ji Lîman Şiwêş û Endama Desteya Rêveber a Nûnertiyê Silava Silêman pêk dihat. Şande ji aliyê Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman ve hat pêşwazî kirin.   Di hevdîtinê de rewş û geşedanên siyasî yên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê û girîngiya yek kirina helwestên siyasî ji bo xizmeta destkeftiyên Gelê Kurd hatin nîqaş kirin.    Her du alî teqezî li ser girîngiya rola jinan divê qonaxa hestiyar de û guhertinên demografî yên ku herêmên têde derbas dibe kirin ku li ser mekanîzmayek yekgirtî û pûçkirina hemû rêbazên qirkirinê û yekirina helwestên jinan li dijî dagirkeriyê teqez kirin da ku destkeftiyên jinên Kurdistanê bi giştî biparêzin. Her wiha di hevdîtinê de bal hate kişandin ku divê jinên kurd û jinên Kurdistanê li hember astengiyên ku li pêşiya yekrêziyê derdikevin bigirin.