Ji bo Meşa Gemlîkê ji Wanê banga tevlîbûnê hat kirin 2022-06-06 14:28:54     WAN - Li Wanê banga tevlîbûna meşa ku bi dirûşma "Li hemberî polîtîkayên tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin" bê lidarxistin, hat kirin.   Dê di 12’yê hezîranê de dirûşma "Li hemberî polîtîkayên tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin" meşek tê lidarxistin. Derbarê meşê de Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê,  civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) û gelek nûnerên saziyan beşdarî civînê bûn. Hevserokê DBP'ê ya Wanê Çetîn Uyar axivî.   Çetîn, di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiyeyê û got: "Ev helwesta aştiya civakî di heman demê de tê wateya parastina siberoja hevpar û demokratîk a gelan. Li dijî tecrîda mutleq û pergala îşkenceyê divê em îtîrazên siyasî, exlaqî û hiqûqî berfireh bikin. Dewletên ku bi rêbazên tenê leşkerî hewl didin pirsgirêkên bi vî rengî çareser bikin, tê zanîn ku dibin yek, gendelî û di warê aborî de îflas dikin."   Çetîn di axaftina xwe de bang li gel kir ku tevlî meşa Gemlîkê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hemû derdorên hestiyar, hêzên dost û raya giştî ya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin meşa me ya Gemlîkê. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê, jin, ciwan û hemû kesên ku bi demokratîkbûyînê re eleqedar in dikin ku li dijî tecrîdê 12’yê Hezîranê beşdarî meşa parastina azadiyê bibin. Em ê di 11’ê hezîranê saet 12.00’an de li ber avahiya HDP’ê bi rê bikevin. Ji bo siberoja demokratîk, ji bo azadiya Rojhilata Navîn dem hatiye ku em berê xwe bidin Gemlîkê. Ji bo mezinkirina têkoşînê û şikandina tecrîdê êdî dem dema azadiyê ye."