Jin wê li kolanan bersiva serokomarê AKP’yî bidin 2022-06-06 09:04:03   STENBOL- Jinan diyar kirin ku heqeret û dijûna zayendperest a serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li hember jinan bikar aniye ne ya yekem e û got wê jin li kolanan bersiva vê bidin.    Bûyerên Gezî di 27’ê Gulana 2013’an de dest pê kirin û li gelek deverên welat belav bûn. Bi armanca piştgirî dane berxwedanê di nav de Mucella Yapici, Çîgdem Toker û Osman Kavala jî heye, li 16 kesî ceza hat birîn.Bi hezaran kesên li dijî ceza daketin kolanan dîsa bûn hedefa AKP’ê. Serokomarê AKP’î di rojên borî de jinên tevli protestoyan bûne nîşan da û heqereta ‘surtik (pîsa kuça)’ li jinan kir. Partiyên siyasî der barê Erdogan de serlêdana sûc kirin. Bertekên jinan jî didomin û gelek partiyên siyasî serlêdana sûc kirin.   ‘Ev ne ya ewil e’   Ji Rizgariya Jinê Yeşîm Tukel diyar kir ku AKP ji roja bûye desthilatdar heta niha hemû kesên dijberê wan e, diçewisîne û wiha daxuyand: “Helwesta wî ya li dijî jinên di berxwedana Gezî  de em matmayî nehiştin. Di destpêka berxwedana Gezî de û piştî wê gelek îfadeyên ku êrîş û nefret dihewand li dijî jinan bikar anî.  Hewl da jinên tevli serhildana Gezî bûne biçûk xist. Tişta ku dike jî raste rast jinan biçûk dixîne. Jinên ligel wî nameşîn biçûk dixîne. Tê bîra we ji bo ‘mirov nizanin jin e, keç e’ jina ku derketibû ser TOMA’yê biçûk xist.   ‘Jin xwedî li jiyana xwe derketin’   Yeşîmê di berdewamiyê de destnîşan kir ku hemû jinên di Berxwedana Gezî de têkoşîn dane xwedî li jiyana xwe derketine û biryara pêşeroja xwe ji desthilatdariyê re nehiştine û wiha bi lêv kir: “Jinên di vê berxwedanê de ne tenê ji bo xwe ji bo hemû jinan têkoşîn dane. Jinên tevli wê berxwedanê bûne îro hîna di têkoşînê de ne. Ji bo jinan jiyana xwe guhertine, hepskirina malê redkirin û daketine kolanan , nefreta Erdogan jî zêde bûye. Ji ber Erdogan jina ku serî ditewîne, ji malbatê dernakeve dixwaze. Lê êdî jinên di rêxistinên jinan de cih digirin her tiştî red dikin. Îro em dinêrin hemû jinên ji AKP’ê  vediqetin  polîtîka AKP’ê lanet dikin.”   ‘Jin wê li kolanê bersiv bidin’   Yeşîmê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku  Erdogan jinên ku têdikoşin û li kolanê ne bi zimanekî serdest hedef digire û got wê jin li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin. Yeşîmê wiha dawî lê anî: “Heta îro çawa ku têkoşîn hat meşandin wê vir şûnde jî wisa be. Bersiva van êrîşan wê bi têkoşînê li kolanê bê dayîn.”   ‘Bersiva herî xweş wê jin bidin’   Keça Mucella Yapici, Cansu Yapici da zanîn ku ew nizanin cesareta ku dikarin bêjin ‘rizandî’, ‘surtik’ ji ku tê û wiha dirêjî dayê: “Li Tirkiyeyê li gelek kesî ji ‘heqeret li serokomar hatiye kirin’ doz hatiye vekirin lê  serokomar bi rehetî li her kesî heqeretan dike. Hema bêjin em surtik, em berê jî çapulcu bûn. Em serxweş bûn. Xuyaye ev heqeret wê bidomin. Me hemûyan bi hev re serbilindî û rumeta Gezî jiya. Ev berxwedan, piştevanî û tevgereke hêviyê ya jinê ya mînak a tevgera civakiye. Wê bersiva herî xwe jin bidin.”