Ciwanên HDP'ê: Em ê civakê azad bikin 2022-06-05 16:31:37     ENQERE - Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya 4'ê Hezîranê ku li Enqreyê pêk anîbû aşkera kir.   Meclîsa Ciwanan a HDP'ê encamnameya civîna li navenda giştî ya partiyê ya li Enqeryê eşkere kir û diyar kir ku di demekê de ku polîtîkayeke zext û zordariyê ya giran li ciwanan tê kirin, civîna wan hate lidarxistin. Di encamnameyê de hate gotin, "Zor û zehmetiyên ku ciwanên Tirkiyeyê di nav de ne hatin nirxandin û ji bo destnîşankirina xeta têkoşînê ya dema bê, nîqaşên berhemdar hatin kirin."   Di encamnameyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi siyaseta xwe ya şerker nirxên civakê tune dihesibîne, di polîtîkaya dijî ciwanan de israr dike û wiha hat berdewamkirin, "Ji dema ku AKP bûye desthilatdar û vir ve di nava civakê de cihêbûn û siyaseta dijberiyê mezin dibe. Li gel civakê bi taybetî ciwan xizan dibin, bêkarî û bêewlehiya li ser paşerojê zêde dibe. Jiyan her roj bêhtir giran dibe. Hema bêje yek ji du ciwanan bêkar e."   Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku ji bo nîşan bidin ku ciwan li hemberî vê xizaniya li wan tê ferzkirin bêçare nînin, wê li qadan bin û her tim dengê kesên ku desthilatdarî naxwazin bidin bihîstin û bilind bikin û di dirêjîyê de ev tişt hat gotin, "Em ciwanên ku xwe di bin sîwana Meclîsa Ciwanên HDP'ê de bi rêxistin ikrine, vê bêderfetiyê red dikin û destnîşan dikin ku heta mafê xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.   Zext li ser ciwanan hene   Bi polîtîkayên şerê taybet zext û zordarî li ciwanan tê kirin. Bi girêdana bi madeyên hişbir, bi sîxurkirinê û êrişên zayendî yên bi rêk û pêk hewl didin ku ciwanan ji daxwazên wan ên mafê demokratîk vegerînin."   Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku ew xwedî tecrûbe û wê hêzê ne ku polîtîkayên şerê ên sîstem ji bo dejenerekirinê ferz dike, pûç bikin. Di encamnameyê de hate gotin, "Em ê hre qadê veguherînin qada têkoşîna li dijî şerê taybet. Em bi biryar in ku ampûla yên şerê taybet dimeşînin biteqînin û jiyana wan a siyasî tarî bikin."   Di encamnameyê de işaret bi zexta desthilatdariyê ya li ser zanîngehan jî hate kirin û wiha dirêjî danê, "Em ê kampûsan radestî komên çete nekin. Ji bo li zanîngehan perwedeyeke xweser, azad û pirzimanî bê dayin, em bi biryar in ku bixebitin û têbikoşin."   Em ê civakê bi rêxistin bikin   Di dewama encamnameyê de hate ragihandin ku bi siyaseta şer a li ser Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê re desthilatdarî dixwaze krîz û xizaniya heyî binixumîne û di berdewamiyê de ev tişt hate gotin, "Desthilatdariya ku giranî daniye ser tunekirina destketiyên Kurdan, bi rêya şer dixwaze civakê bi rê ve bibe û pirsgirêka Kurd bêhtir kûr bike.  Em ji dîrokê ve zanin ku berxwedana ciwanan, gelan û dijberên şer dimî li hemberî şerxwazan bi ser ketiye. Rabûna li ber şer, afirandina civakeke têgihiştî bi têkoşîn û rêxistiniyê dibe. Weke Meclîsa Ciwanan a HDP'ê em bi biryar in ku civakê ji AKP'ê ya ku ber bi zinar ve dehf dide, biparêzin û bi têkoşînê civakê azad bikin."