Dîcle ji ber ji hempîşeyên xwe re pere şandiye hat binçavkirin! 2022-06-05 13:02:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, diyar kir ku Hevseroka Komeleya wan a girtî Dîcle Mûftûoglû bi hinceta ku ji hempîşeyên xwe re pere şandiye hat binçavkirin.   Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû ya di 3'yê Haziranê li Amedê hat binçavkirin. Dîcle ya ku di encama lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hat vekirin de hat binçavkirin, tê payîn ku di 6'ê Hezîranê de îfadeyê bide. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku Dîcle ji ber ku ji hempîşeyên xwe re pere şandiye hatiye binçavkirin.   Serdar Altan, da zanîn ku polîs ji bo îfadeyê li Dîcle geriyane û bangî wê kirine ku biçe qereqolê û li gel vê jî bi ser mala wê de girtine û wiha got: "Mirov tên terorîzekirin û ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Lêpirsîna Dîcleyê bi awayekî "veşartî" tê meşandin.  Li gorî daxuyaniya Walîtiya Wanê, dibe ku lêpirsîna Dîcleyê ji ber "pêkanîna fînansekirinê" be. Pere şandina ji bo heval û dostan dikin mijara sûcdarkirinê. Di girtîgeha Wanê de hevalê me yê rojnameger Nedîm Turfent û Ziya Ataman hene. Ev hevalên me demeke dirêj bi me re xebitîn û rojnamegerî kirin. Dîcle, bi armanca alikarî bide hevalên xwe ji wan re pere şandiye û bi vê yekê wê sucdar dikin û derbarê wê de lêpirsînan didin destpêkirin. Ev ji bo hiqûqê şermezariyeke. Ma we hincet nedît ji bo sûcdarkirinê."   'Pêşniyara kampanyayê'   Serdan, bi bîr xist ku ew gelek caran bûne şahidê binçavkirinên rojnamevanan a ji ber parvekirina nêrînên xwe û çêkirina nûçeyan lê cara yekem e ku bi binçavkirineke bi vî rengî re rû bi rû dimînin û ev tişt got: "Li Tirkiyê êdî hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin. Mirov bi sûcdarkirinên bi vî rengî tên krîmînalîzekirin. Kesên ku di girtîgehan de tên girtin xwedî maf in. Taybetî li Kurdistanê li Tirkiyê mixabin ev maf tên binpêkirin. Ji mirovekî re tu pere dişînî û ev yek wek sucek derdikeve pêşberî te. Darizandinek, sucdarkirinek wiha tune ye. Bi min dive li dijî vê yekê kampanyayek bê destpêkirin. Divê mirov karibin ji heval û xizmên xwe re pere bişînin û bibêjin ez jî "heman sûcî dikim." Divê ev rewş bê teşhîrkirin. Divê rewşa ku îqtîdar ketiyê bê teşhîrkirin. Em van darizandinan qebûl nakin. Rojnamegerî ne sûc e. Rojnamegerî pêkanîna mafê gel ê agahî girtinê ye. Divê ya ku bê kirin parastina rûmeta rojnamegeriyê be."   'Pêkanînên bi vî rengî dê zêdtir bibin'   Di dawiya axaxtina xwe de Serdar ev bang li rêxistinên rojnamegeran û hempîşeyên xwe  kir: "Divê dengek xurt li dijî van bêhiqûqiyan bê derxistin. Ger ku dengek xurt dernekeve, pêkanînên bi vî rengî dê zêdetir bibin, civak dê bê bê nefes bimîne. Li dijî vê yekê sekinîn, peywira hemû rojnamegera ye."