'Em di qada edaletê de nahêlin jin di nava civakê de winda bibe' 2022-06-05 09:02:58     Yara Kendeş   KOBANÊ - Parêzer Rewşen Hacim têkildarî mijara li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di zagonê de roleke çawa dilîzin û mekanîzmeyeke çawa li vir heye nirxandin kir. Rewşenê diyar kir ku jinan di warê zagonan de mafên xwe yên bingehîn bi dest xistine û got:"Her çiqas pirsgirêk giran be jî, em yekser bi jinan re dibin alîkar. Em nahêlin tirsek û tevliheviyek di hundurê jinê de çêbibe. Em weke parêzerên jin her tim jinan şiyar dikin, em di qada edaletê de nahêlin jin di nava civakê de winda bibe."   Têkildarî mijara li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di zagonê de roleke çawa dilîzin û mekanîzmeyeke çawa li vir heye parêzer Rewşen Hacim a  ku cihê xwe di Hevserokatiya Meclîsa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê de jî digire ji ajansa me re nirxandin kir. Rewşenê bal kişand ser sîstema hevbeş a dayina biryarê û cihgirtina jinê ya di nava xebatên qada edaletê de û wiha bang li jinan kir:"Hûn xwedî destkeftiyên vê şoreşê ne. Divê hûn xwedî li civaka xwe derkevin. Ji zagonê metirsin, her jinek bila bixebite da ku welatê me bi jinên parêzer were avakirin."   'Em bi sîstemeke hevbeş biryarê didin'   Rewşenê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sîstema kar a ku ev bû şeş sal in li ser dixebite û wiha lê zêde kir: "Ez di sala 2016'an de tevlî xebatên edaletê bûm. Di destpêkê de min cih di Dîwana Edaletê de girt. Min û rêhevalên xwe di dîwanê de xebat didan meşandin. Her wiha kar bi sîstema hevbeşiyê bû. Me weke jin û hevalê mêr karê xwe didomand. Me di her dozê de  nîqaş dikir. Her wiha me nêrînên hevdu digirtin. Me yekser çareserî bi hevdu didît, heta ku em digihiştin biryareke rasteqîn. Ji aliyekî jî hinek jinan di derbarê hinek mijarên hesas de nikaribûn bi mêran re dan û stendinê bikin. Loma ji bo van mijarana hebûna jinê ya di qada xebatên edaletê de girîng bû."   'Em di qada edaletê de nahêlin jin di nava civakê de winda bibe'   Rewşenê di nava axaftina xwe de bi lêv kir ku ew weke jin di zagonê de roleke sereke dileyize, di heman demê de jî jin bêhtir ji hevdu fêm dikin û wiha got: "Her çiqas pirsgirêk giran be jî, em yekser bi jinan re dibin alîkar. Em nahêlin tirsek û tevliheviyek di hundurê jinê de çêbibe. Em weke parêzerên jin her tim jinan şiyar dikin, em di qada edaletê de nahêlin jin di nava civakê de winda bibe. Jin bêtir hevdu hês dikin ku çi zilm û zehmetiyê dibînin. Ji aliyekî jî em dihêlin jin bi fermî mafên xwe bi dest bixin. Her wiha li gel me beşa lêpirsînê heye û ew a herî girîng e. Helbet hevalên jin rola xwe di wir de jî bi awayekî girîng dilîze, li kêleka wê jî Desteya Edaletê jî heye. Di wê derê de jî hevalên jin hene. Her wiha di beşa îstinafê de jî hevalên jin û mêr bi hevdu re kar dimeşînin."   'Gavên girîng hatine avêtin'   Rewşenê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku têkildarî sîstema ku berê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dihat meşandin, gavên pir pêşketî hatin avêtin û wiha lê zêde kir: "Dema mirov gotina edaletê bi lêv dike nabe ku mirov tu ferq û cudahiyê têxe navberê. Nabe di vî warî de tu ferq û cudahî têkeve navbera civakê. Çimkî rêgez heman in ji bo edalet pêk were bi awayekî wekhev rêgez pêk tên. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pir guhertin û veguhertin derketine holê. Gavên pir girîng hatine avêtin, divê em rêgezan pêk bînin. Van rêgazana ji aliyê zagonsazan ve hatine diyarkirin. Rêgezên me ji nêrînên gel hatine avakirin, li gorî xwestina gel, li gor daxwezên wan a ji bo edaleta civakê. Em bi vî rengî li ser vê bingehê kar dimeşînin. Ne tenê bi rêgezan em carinan bi nîqaşên berfireh digihêjin çareseriyê."    'Jinan di warê zagonan de mafên xwe yên bingehîn bi dest xistine'   Rewşenê di dewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku di rêgezên mafên jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêgezeke sereke heye û wiha got: "Di nava zagonên Rêveberiya Xweser de zagonên malbatê hene. Di vê zagonê de mafên jinê bi giştî tê de hatiye diyarkirin. Wekî mînak dema du kes bixwazin ji hevdu biqetin û zewaca xwe bi dawî bikin em li gor zagonê tev digerin. Mafê jinê heye ku mafê xwe qezenc bike. Heta 15 saliya xwe wê demê zarok bi dêya xwe re dimîne. Lê piştî 15 salî êdî biryar a zarok e. Bixwaze li gel kê bimîne li wir dimîne. Di vê derê de bav berpirsiyartiya nefeqeya zarokan digire ser xwe. Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jinan mafên xwe yên bingehîn bi dest xistine. Her wiha li gel me pirjinî qedexe ye. Heger zilam du caran bizewice li gel me sûcekî mezin e."   'Hûn xwedî destkeftiyên vê şoreşê ne'   Rewşenê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hîn jî hinek tirs di hundirê jin û civakê de heye û wiha dawî lê anî: "Niha di her sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de, jinê cihê xwe girtiye. Her wiha bûye roleke serek e ku bi tevgerî pêş bikeve. Di nava saziyan de jin xwe temsîl dike. Mekanîzmeyek mezin li ber çavan daye avakirin. Xwesteka min weke jineke parêzer, ew e, ez ji tevahî jinan re dibêjim li ku be bila be, bila bi çavekî biçûk li xwe nenêrin. Hûn xwedî destkeftiyên vê şoreşê ne. Divê hûn xwedî li civaka xwe derkevin. Ji zagonê metirsin, her jinek bila bixebite da ku welatê me bi jinên parêzer were avakirin."