ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-05 09:00:00     *Yek ji parêzerên Navenda Hafizayê Esra Kiliç der barê bi zor windakirin û înfazan de axivî û got ji 12 dosyayên bûne yek  8 heb kujerên wan berat kirine û 4 dosya jî didomin. DÎMEN HEYE   *Parêzer Rewşen Hacim têkildarî mijara li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di zagonê de roleke çawa dilîzin û mekanîzmeyeke çawa li vir heye nirxandin kir. Rewşenê diyar kir ku jinan di warê zagonan de mafên xwe yên bingehîn bi dest xistine û got:"Her çiqas pirsgirêk giran be jî, em yekser bi jinan re dibin alîkar. Em nahêlin tirsek û tevliheviyek di hundurê jinê de çêbibe. Em weke parêzerên jin her tim jinan şiyar dikin, em di qada edaletê de nahêlin jin di nava civakê de winda bibe." DÎMEN HEYE   * Bêguman em ji TRT Haber ya ku bi polîs û dozgeran re dibin yek û Kongreya Demokratîk a Gelan sûcdar îlan dike, etîka nûçegîhaniyê napên. MEDYA KRÎTÎK   * Jinan bertek nîşanê serokomar Tayyîp Erdogan û heqeret li jinan kiribû da û gotin: "Em di pergaleke rizyayî de dijîn. Berî her tiştî divê partiya serokomar tunebe. Ji ber rewş her diçe xera dibe fikarên me jî zêde dibin. Divê em bêdeng nemînin û serî netewînin." BI DÎMEN    * Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu bertek nîşanê binçavkirinên li hember HDK, HDP û Goç-Îzder da û got: “AKP û MHP hêrsa windakirinê, ji jinan, bindestan digire. Her ku di operasyona li hember Başûr de winda dikin, êrişê li me dikin. Ev hewldanên dawî ne.” BI DÎMEN    *Dayikên ku zarokên xwe di şer de windakirine banga yekitiyê li kurdan dikin. Yek jî wan dayikan Helîm Okten e û wiha dibêje: "Niha helwesta Barzanî ji Tirkiyeyê xirabtir e. Divê kurd li dijî her cureyên êrişan bibin yek." BI DÎMEN    *Li gorî daneyên ajansa me kom kirine, di meha gulanê de herî kêm 32 jin û 7 zarok hatine qetilkirin. Mirina 17 jin û 7 zarokan jî bi guman e. ÇETELEYA TUNDIYÊ   *Rojnameger Berîtan Zagros bal kişand ser geşedanên siyasî ya li herêma Federal a Kurdistanê û got: "Bi salvegera Lozanê re Tirkiye hewl dide Împaratoriya Osmaniyan zindî bike û Kurdistanê dagir bike. Bi vê mebestê êrişeke dijwar a dagirkeriyê li ser rojava û başûrê Kurdistanê daye destpêkirin."    *Parêzer Pîrozhan karali ku derbarê êrîşa 5'ê Hezîrana 2015'an a li hemberî mîtînga HDP'ê ya Amedê nirxandin kir, diyr kir ku bi zanebûn ewlehî nehat girtin û bi êrîşê re xwestin ku tevliheviyê derxînin. DÎMEN HEYE