Li Reqayê êrişên li herêmê hatin şermezarkirin 2022-06-04 16:28:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan jin û endamên partî û meclisên li bajarê Reqayê li dijî siyaseta guhartina demografiyê û êrişên Artêşa Tirk, daketin qadan û banga parastina destkeftiyên şoreşê kirin.   Bi dirûşmeya "Bi rêxistin bike, li ber xwe bide û azadiyê mîsoger bike" Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kesk a Idlibê li Reqayê li dijî siyaseta guhartina demografiyê ya li herêmên Dewleta Tirk û êrişên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwepêşandanek li dar xist.   Bi sedan jinên ji Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kesk a Idlibê tevlî xwepêşandanê bûn. Xwepêşandanê ji pêşiya Çerxerêya Basil a naverasta Reqayê dest pê kir û ber bi Qada Meclisa Kesk a Idlibê ve çû. Beşdaran sloganên ji bo garantiya navneteweyî da ku penaber vegerin warên xwe û derxistina dagirkeriya Tirk ji Sûriyê, berz kirin.   Li qadê endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Meclisa Kesk a Idlibê Nahid El-Nehas daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev 11 sal in gelê Sûriyê zehmetiya aloziya dikişîne, lê ev şoreş ji wateya xwe derket, armancên wê pêk nehatin û bi fikrên terorîst ên tundraw re berê wê hate guhartin. Di encamê de gelê Sûriyê bi qetilkirin, girtin û koçberkirinê re rû bi rû ma.   Di encamê de li hemû Sûriyê hîn jî azara jinan dewam dike û di serdema desthilata rejîma Sûriyê û zilma desthilatan de bi tundtirîn cezayan re rû bi rû dimînin; qetilkirin, guhartina demografiyê û sûcên qirkirinê ku li herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine zêdetir li dijî jinan pêk tên.   Artêşa Tirk a dagirker li dijî jinên Sûriyê sûcan herî giran pêk tîne, mînaka wê jî jina sûrî Leyla Mihemed a li bajarê Dîlokê ye.   Em bang li civata navneteweyî dikin ku li dijî êrişên Artêşa Tirk a dagirker bisekine û li ser sûcên wê yên li herêmên dagirkirî, hesab jê bixwaze."