Rêxistinên jinan ên li Girkê Legê banga yekitiyê kirin 2022-06-04 14:55:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Jinan ên navçeya Girkê Legê bi daxuyaniyekê êrişên Artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.   Bi dehan jin vê sibê li pêşiya Mala Jinan a Navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên Artêşa Tirk yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.   Rêxistinên jinan di daxuyaniyê de tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Li dijî planên dewleta Tirk a dagirker çi li ser asta leşkerî be yan jî siyasî û dîplomatîk be, ew ê li ber xwe bidin. Em bang li jinan dikin ku li dijî van êrişan yekitiya xwe ava bikin."