Aktîvîstên jin Însiyatîfa "Nûn ji bo Azadiya Ocalan" ragihand 2022-06-04 14:44:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê îro bi civîneke çapemeniyê li paytexta Lubnan Beyrûtê, Însiyatîfa "Nûn ji bo Azadiya Ocalan" ragihand.   Însiyatîfa "Nûn ji bo Azadiya Ocalan" bi armanca nasandina fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, belavkirina fikr û felsefeya wî, nasandina têkoşîna wî ya ji bo piştgiriya gelên bindest û mafên wan ê diyarkirina çarenûsê û ji bo parastina pêkhate û nasnameyên çandî, etnîkî û bawerî, hate destpêkirin. Di civîna çapemeniyê de endama Însiyatîfê Sebah Şiêb daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin:   "Em jinên aktîvîst ên herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dixwazin piştgiriya kesê bi fikrê xwe parastina hemû jinan kir, bikin. Piştî 23'yê salan ji dîlgirtina desthilata Tirk ji serokê Kurd Abdullah Ocalan re ku bi hevkariya dewletên zilhêz û li gorî planeke komploger a dewletên navneteweyî bû, bi binçavkirin û girtinê bi dawî bû. Ev tecrîda neheq ya li ser hatiye ferzkirin tenê ji ber ku piştgiriya gelê bindest û jinên herêmê û cîhanê kir, da ku ji mirovahiyê re ewlehî û aramiyê mîsoger bike, tê meşandin.   Bi destên Lubnanî, Filistînî, Iraqî, Lîbyayî, Yemenî, Sûrî, Misirî û Sûdanî me gavên yekemîn ên însiyatîfa xwe diavêjin. Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan, însiyatîfa komeke jinên aktîvîst û hiquqnasên ji hemû welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye   Ev însiyatîf bi armanca pêkanîna serbestberdana rêberê enternasyonalîst Abdullah Ocalan e, her wiha da ku fikrê wî were nasandin û belavkirin.   Ji kar û xebatên vê însiyatîfê, bi hemû rêbazên siyasî, qanûnî û zanistî û çapemeniyê kiryarên dermirovî û derqanûnî yên dewleta Tirk a dagirker red bike û hewl bide bi hemû awayan sûc û binpêkirinên qanûnên navneteweyî ku hikumeta Tirk li ser îmze kiriye, eşkere bike.   Li aliyekî din jî ew ê zextê li ser rêxistin, sazî û aliyên navneteweyî yên peywendîdar ên hiqûqî û siyasî bike, da ku têkildarî vê doza edilane bêdeng nemînin û bi rola xwe rabin. Pê re jî parastina mafên girtiyên siyasî û rêber Abdullah ocalan bi taybet bikin.   Ji vir em destekê didin hemû komele û rêxistin û kesayetên jinan û dibêjin, bi hev re em li dijî tevgerên zalim yekitiyekê ava bikin û dîlgirtina zanyarê enternasyonalîst rêber Abdullah Ocalan ji karê me yê sereke be. Li ser vê em bang li dadgeha mafên mirovan a Ewropa û CPT dikin ku vê doze di ber çavan re derbas bike û binpêkirinan eşkere bike.   Azadî ji rêber Abdullah Ocalan re."