ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-04 09:00:50   *Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan têkildarî tundiya li ser jinê û ji bo ev tundî bê astengkirin çi kar û xebat tên kirin, di pratîkê de gavên çawa tên avêtin axivî. Zeynebê wiha got:"Bi projeyên li ser tundî û zanista jinê em jinê û civakê perwerde û bi rêxistin dikin. Jin bi rêxistin û zanebûna xwe dikare li dijî tundiyê xwe biparêze." DÎMEN HEYE   *Tayyîp Erdogan ji bo jinên tevli Berxwedana Gezî bibûn heqereta "surtik (pîsa kuça)" kiribû. Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê  Sevda Erdan Kiliç jî  got: “Erdogan ê ku li ser bedena jinê siyasetê dike, zimanê ku bi kar tîne her tim gihiştiye heqeretê. Ev peywira min e, ez ê gilî bikim. Serokomarê ku tengav bûye û nikare dewletê bi rêvebibe, ji bo cihê xwe biparêze gihiştiye nokteya ku her cureyê sûc dike.”   * Hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a êrişên li ser Kurdistanê tên meşandin nirxand wiha got: "Ji bo kapîtalîzm hebûna xwe biparêze li dijî têkoşîna gelê kurd hertim di nav bêtehemuliyekê de ne. Rojhilata Navîn vediguherînin cihê şer û qeyranê. Rola avakirina van şeran jî dane Tirkiyeyê. Tirkiye bi hemû hêz û binpêkirinên mafan êriş dike. Li hemberî vê jî dewletên hegemonîk ên ku ev şer li karê wan tê jî bê deng in. Em ê bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan zincîra şeran bişkînin û Rojhilata Navîn ji van qeyranan xelas bikin." DÎMEN HEYE   *Siyasetmedarên ku diyar kirin bi êrişên li ser HDK û GOÇÎZDER'ê tê xwestin rê li ber meşa Gemlikê ya di 12'ê Hezîranê de bê girtin wiha gotin:"Divê raya giştî ya demokratîk di meşê de bibin yek û têkoşîna hevpar bê meşandin." DÎMEN HEYE