DFG: Girtina rojnameger Dîcle Mufuoglu dewamiya zextan e 2022-06-03 14:16:45   AMED - DFG'ê bi daxuyaniya ku da bertek nîşanî binçavkirina Hevseroka DFG'ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu da û ragihand ku girtina rojnameger Dîcle Mufuoglu dewamiya zextan e.   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binçavkirina Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopoptamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu daxuyaniya nivîskî da.    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "DFG'ê, ji roja destpêkê heta niha ji bo ku rojnameger bikaribin di şert û mercên azad û demokratîk de karê xwe bikin xebat da meşandin. Ji bo vê jî em hewl didin pirsgirêkên rojnamegeran û binpêkirinên li dijî wan tên kirin xuyanîtir bikin. Mixabin di mijara ragihandin û çapemeniyê de li Tirkiyeyê binpêkirinên mezin tên kirin. Bi sererastkirina qanûnî ya dawî re ku desthilatdariya AKP-MHP'ê anî Meclisê re zextên heyî dê hêj girantir bibin. Ji van binpêkirin û zextan jî herî zêde endamên komeleya me jê bi bandor dibin. Hema hema her roj bi binçavkirin û zextan hewl didin pêşî li rojnamegeran bigirin ku nikarin karê xwe bikin. Derheqê bi sedan rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin û doz hatine vekirin. Gelek ji wan bi sedema nûçeyan û fikrên xwe tên cezakirin.   Girtina rojnameger Dîcle Mufuoglu dewamiya zextan e   Girtina hevala me Dîcle Mufuoglu jî berdewamiya vê zextê ye. Lêpirsîn û dozên di demên berê de derheqê wê de hatine vekirin hene. Bi lêpirsîneke nû re hewl didin têxin dorpêça darazê. Bi vê sepanê mebest ew e ku çavê wê bitirsînin û nikaribe karê xwe bike. Em nizanin bê ka bi çi tê sûcdarkirin. Lê em bi dilrehetî dikarin bibêjin ku ji ber karê rojnamegeriyê ye. Ji ber ku Dîcle rojnameger e û tenê nûçeyan çê dike. Di nava hewla ragihandina geşedanên li welêt e. Ji ber ku em bi xwe şahidin bê ka ji ber rojnamegeriyê çi bi serê hevalên me hatiye.   Banga ji bo berdanê   Tu sûcekî hevseroka me Dîcle Muftuoglu nîne. Lewma em dixwazin ku di zûtirin demê de were berdan. Banga me li her kesê ji xwe re dibêjin em rojnemgerên bi rûmet in ew e ku li dijî vê derhiqûqiyê piştgirî û piştevaniyê bikin. Ev daxuyaniya me ji bo rêxistinên pîşeyî û derdorên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî jî bangeke lezgîn e; ji bo berdana hevseroka me Dîcle Muftuoglu di zûtirin demê de bikevin nava tevgerê. Her wiha em bang li rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê jî dikin ku li dijî van zextan dengê xwe bêhtir derxînin û ji sepanên derhiqûqî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê re jî bibêjin ‘bes e."