CFWIJ: Divê Dîcle Muftuoglû demildest were berdan 2022-06-03 13:45:33     AMED - CFWIJ’ê bang kir ku Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku di saetên serê sibê de hate binçavkirin, demildest were berdan.    Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) têkildarî Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku di saetên serê sibê de hate binçavkirin li ser twîtterê peyamek parve kir.    CFWIJ’ê di peyama xwe de wiha got: “Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû li Miduriyeta Polîsan a Amedê ku ji bo îfade dayînê çûyê, hate binçavkirin. Sedemê binçavkirina rojnamevanê hêj nayê zanîn. Em weke CFWIJ, dixwazin rojnamevan demildest were berdan.”