MKGP: Bila rojnameger Dîcle Muftuoglu bê berdan 2022-06-03 13:16:08     AMED - MKGP'ê têkildarî binçavkirina Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dicle Muftuoglu diyar kir ku binçavkirin û lêpirsînên ku derbarê hempîşeyên me yên tevî şerdên zor karê xwe dikin de wê gavê bi me paş nede avêtin û got:"Em bang dikin ku hevala me ya rojnameger Dicle demildest bê berdan. "   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) derbarê binçavkirina Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dicle Muftuoglu daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xebatkarên çapemeniya azad ên li dijî medyaya hawiz a îktidarê ya ku rastiyan manîpule dike, nûçeyên rast çêdikin dibin hedef û wiha hat gotin:"Di vê rêya em li ser heqîqetê ne em ê wekî xebatkarên çapemeniya azad di nava her şerd û mercî de pîşeya xwe bikin. Bi taybet em jinên rojnameger bêtir bi zextan rû bi rû dimînin."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Em serî ji zextan re netewînin   Polîtîkayên  AKP-MHP'ê her roj civakê ber bi krîzên mezintir ve dikşînin. Dixwazin hemû qenalên demokrasiyê bixetimînin û civakê bê hilm bihêlin. Xebatkarên çapemeniya azad ên li dijî medyaya hawiz a îktidarê ya ku rastiyan manîpule dike, nûçeyên rast çêdikin dibin hedef. Loma tê xwestin bi binçavkirin û zextan xebatkarên çapemeniya azad bê deng bimînin. Di vê rêya em li ser heqîqetê ne em ê wekî xebatkarên çapemeniya azad di nava her şerd û mercî de pîşeya xwe bikin. Bi taybet em jinên rojnameger bêtir bi zextan rû bi rû dimînin.    Polîsan di saetên serê sibehê de bi ser mala Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dicle Muftuoglu de girtin. Dicle tevî ku ne li malê bû jî li mala wê bi awayekî bê hiqûqî lêgerîn hat kirin. Dicleya ji bo îfadeyê çû Muduriyeta Emniyetê ya Amedê hat binçavkirin.    Dîsa derbarê hempîşeya me Bêrivan Altan de roja pêncşemê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîn bi hinceta nûçeyên çêkiriye hat destpêkirin. Binçavkirin û lêpirsînên ku derbarê hempîşeyên me yên tevî şerdên zor karê xwe dikin de wê gavê bi me paş nede avêtin. Em bang dikin ku hevala me ya rojnameger Dicle demildest bê berdan. "