Parlamentoya Iraqê dê êrişên li herêmê lêkolîn bike 2022-06-03 12:35:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Dewleta Tirk a li hemberî Herêm Federal a Kurdistanê komîsyoneke lêkolînê ava kir.   Êrişên Dewleta Tirk a ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê pêk tê didomin. Nêrazîbûn û çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî êrişan didomin. Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Dewleta Tirk a li hemberî Herêm Federal a Kurdistanê komîsyoneke lêkolînê ava kir.   Endamê Komîsyona Parastin û Ewlekariya Parlamenta Iraqê Huseyin el-Amîrî wiha got: "Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê bi berfirehî êrişên bênavber ên hêzên Tirk li ser bajar, bajarok û gundên li nava sînorê Iraqê giftugo kir, ku êriş dibe sedema ziyana can û malê xelkê. Komisyonê komîteyek lêkolînê ava kir. Komîte wê di demek nêz de serdana wan herêman bike yên ku Dewleta Tirk êriş biriye ser û piştre raporeke berfireh pêşkeşî Parlamentê bike."