Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bîr, heqîqet û hesabpirsînê’ 2022-06-03 12:30:54     ENQERE - Bi banga HDP'ê, EMEP, TÎP, EHP, Malêngel, TOP û SMF hatin gelhev, dê konferansa “Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bîr, heqîqet û hesabpirsînê” pêk bînin.   Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Malêngel (Halkevleri) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) ku bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin cemhev, wê di 5 'ê hezîranê de di çarçoveya xebatên xwe yên têkoşîna hevpar de konferansa konferansa “Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bîr, heqîqet û hesabpirsînê” li dar bixin.    Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen wê pêşkêşvaniya konferansê ya ku wê li Navenda Çanda Kongreya Odeya Endezyarên Înşaetê bê lidarxistin, bike.    Bandora polîtîkayên bêcezahiştinê...    Di rûniştina ewil a konferansê de ku wek sê rûniştinan tê plankirin, Malbatên 10’ê Cotmehê, kesên di Geziyê de jiyana xwe ji dest dan, Akademîsyenên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, malbatên kesên di Qezaya Trenê ya Çorlûyê de jiyana xwe ji dest dane, li ser navê Berxwedana Farplasê Necla Dolaşik, li ser navê Muameleya Xerab û Girtiyên Nexweş Parêzer Hulya Yildirim, Malbatên Roboskê, Somayê, Pirsûsê û Malbata Şenyaşar wê beşdar bibin. Di rûniştina ewil de wê ji aliyên mexdûran ve cînayetên kar ên di serdema AKP’ê de pêk hatine, cînayetên mafya-siyasetê, bandora polîtîkayên bêcezatiyê û komkujiyan were vegotin.    Li ser heqîqetê nîqaş bên kirin    Di beşa duyemîn de jî wê niqaşa heqîqetê were birêvebirin. Ahmet Şik dê li ser Heqîqeta Dewletê, Bahadir Ozgur li ser Heqîqeta Aboriyê, Esîn Davûtoglû Şenel li ser Heqîqeta Tenduristiyê, Fatma Kûrtûlan li ser Heqîqeta Pirsgirêka Kurd, Fîdan Ataselîm li ser Heqîqeta Jinan, Mert Büyükkarabacak li ser Heqîqeta Kedê, Mûcella Yapici bi nameya li ser Heqîqeta Ekolojî û Bajêr, Muhdan Sağlam li ser Heqîqeta Polîtîkaya Derve ya Tirkiyeyê, Ozturk Turkdogan li ser Heqîqeta Hiqûqê, Îlhan Cihaner li ser Heqîqeta Dadgeriyê Sevînç Koçak jî wê li ser Heqîqeta Zarokan weke axaftvan beşdar bibin.     Dê hesab bipirsin   Di beşa konferansê ya dawî de jî wê hesabpirsîn bê niqaşkirin. Di vê beşê de jî Hevserok, Hevberdevk û Serokên Giştî yên têkoşîna hevpar ên ji 7 partiyan pêk tên weke axivîner wê cih bigirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Serokê Giştî yê Halkevleriyê Nebiye Mertturk, Cîgira Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Berdevka TOP'ê Perîhan Koca, Berdevka EHP’ê Ozge Akman, Nûnerê SMF’ê Erdal Ataş wê beşdar bibin.