HDP'ê êrişa li hemberî HDK şermezar kir 2022-06-03 12:05:11     ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku êrişa li ser HDK'ê ferzkirina yekperestiyê ye.   Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşanî êrişên li ser navendên Kongerya Demokratîk a Gelan (HDK) û Goç-Derê da.   Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat ragihandin;    "AKP a ku roj bi roj lawaz dibe, bêhtir êrişan dike û êrişa li ser her beşên civakê zêde dike. Bi pêla êrişê re ku vê sibehê li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Goç-Derê hate kirin, endamên me yên Desteya Rêveberiya Navendî û rêveberên partiya me jî di nav de gelek siyasetmedar û aktîvîst hatin binçavkirin. Binçavkirin mîna ku her carê dike, ji bo vê êrişê jî rewa bike bi rêya çapemeniya tetîkkêş sînorên hiqûqî û exlaqî binpê dike û propagandayeke reşkirin û dezenformasyonê ya qirêj xistiye dewrê.   Her kesên daxwaza aştî, demokrasî, wekhevî, maf û azadiyê dikin li vî welatî ji aliyê desthilatdariyê ve weke 'terorîst' tê pênasekirin. AKP li vî welatî dijminê her reng û piralîtiya demokratîk e. Ev yek nîşaneyeke mejiyê tarî û tekperestiyê ye ku desthilatdarî li ser civakê ferz dike.   Ew êrişa vê sibehê ya desthilatdariyê ku êrişeke tirsonekî û li derveyî hiqûqê ye bi rengê herî tund şermezar dikin. Em dixwazin hevalên me tavilê bêne berdan. Hûn çi dikin bikin, hûn çiqasî êriş dikin bikin hûn ê winda bikin. HDK û HDP bi pêkhateyên xwe wê paşeroja vî welatî bi mejiyekî demokratîk ji nû ve ava bike."