‘Ocalan ji tecrîda dijhiqûqî xilas bikin’ 2022-06-03 09:17:02   Marta Somek   ÎNGILÎSTAN - Parêzvana Mafê Jiyanê parêzer Margaret Owen ku îmze avêt nameya vekirî ya ji bo NY’ê hatiye şandin wiha got: “Abdullah Ocalan bi salane çareseriyê dixwaze. Şîdetê rawestînin, hevdîtinên aştiyê bidin destpêkirin, Ocalan ji tecrîda giran xilas bikin ku Abdullah Ocalan diyaloga çareseriyê bi rê ve bibe.”   Bi pêşengiya Kongreya Star 75 rêxistinên jinan û gelek rojnameger, nivîskar, li dijî şer di 16’ê Gulanê de nameyeke vekirî şandin Sekreterya Giştî ya NY’ê û Rêxistina Jinan. Di nameyê de hat diyarkirin ku êrîşên Tirkiyeyê nikarin bê qebûlkirin û divê mekanîzmayên pêwist bikevin dewrê.   Parêzvana Mafê Jiyanê parêzer Margaret Owen bi salane ligel têkoşîna gelê kurd cih digire û di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di gelek kampanyayan de cih girtiye û endama Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê ye. Margaret Rêberê KK’ê wek ‘Mandelayê Kurd’ vedinase. Margaret heta niha di gelek xebatên kurdan de cih grtiye û di hesabê xwe yê çapemeniyê de xwestibû PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.   Margaret ji ajansa me re nirxandin kir û got heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe aştî ne pêkan e.   ‘Erdogan dizane NATO Tirkiyeyê naqewirîne’   Margaret da zanîn ku serokomar Erdogan hedef dike bibe hukumdar û xalîfeyê herêmê û wiha dirêjî dayê: “Erdogan dizane ku tehdîda şer hebe NATO wan wê terk neke û di bin kîsveya dagirkirina Ukraynayê de jî li dijî welatên Rojava dikare Rûsyayê wek derfet bi kar bîne. Tirkiye çekên kîmyewî di şer de bi kar tîne.”   NY li dijî çekên kîmyewî bê deng e   Margaretê destnîşan kir ku ger li şûna gelê kurd, gelekî din bûna wê NY li dijî qirkirinê bêdeng nemaba û wiha bi lêv kir: “Konseya Ewlehiya NY’ê DAIŞ şermezar kir. Çîn ji ber qirkirinan şermezar kir, lê mixabin li hember kurdan bê deng e. Êrîşên li hember kurdan her tim ji nedîtîve hat. Ez bang dikim ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin. Rêxistina Çekên Kîmyewî Qedexe Dike (Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons) ya bikaranîn çekên kîmyewî kontrol dike ne girêdayê NY’ê ye. Ji ber hêza siyasetê mudaxaleyek jî tune ye.”   ‘Ev qirkirin e’   Margaret wiha dirêjî dayê: “Êrîşên ku AKP-MHP bi hevkariya PDK’ê pêk tîne qirkirin e. Ciwanên kurd tên girtin. Niha 6 hezar xwendekar girtîne. Ziman û çanda kurd tune dikin. Parêzvanên maf siyasetmedar û hunermendan digirin. Belê ev qirkirin e.”   'Ocalan ji tecrîdê xilas bikin'   Margaret bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dawî lê anî: “Abdullah Ocalan, HDP, gelê kurd, parêzer, akademîsyen û aktîvîstên jin bi salane çareseriyê dixwazin. Şîdetê rawestînin, tecrîda giran rakin Ocalan ji tecrîda giran xilas bikin ku pêvajoyê bi diyalogê bi rê ve bibe. Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî berdin. Divê hemû gel bi paradîgmaya Abdullah Ocalan bên temsîlkirin. Ez bang li hemû cîhanê dikim ku fikrên Ocalan li hemû cîhanê bê belavkirin.”