'Jinan li Rojavayê Kurdistanê xwe bi Kongreya Star bi rêxistin kirin' 2022-06-03 09:02:39   Yara Kendeş   KOBANÊ - Têkildarî damezirandina Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê, her wiha li ser çi bingehê xebatên xwe dide meşandin, li ser çi rêgezê pergala xwe dide avakirin, Endama Koordînasyona Kongereya Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn wiha got:"Jinan sal bi sal di asta biryardayinê de xwe pêş xistin. Sal bi sal xwe di asta xebatên xwe de pêş dixin. Jinan li Rojavayê Kurdistanê xwe bi Kongreya Star bi rêxistin kirin."   Li Rojavayê Kurdistanê, tevgera hereketa jinê destpêkê bi navê Yekîtiya Star sala 2005'an hate damezirandin û xwe di nava xebatên civakê de rêxistin kir. Di heman demê de, di nava  PYD'ê de jî ji bo pêşketina siyaseta jinê, wek xebatên xweser ên jinê hatin rêxistinkirin. Ji sala 2005'an heta 2011'an ve li hemberî zordestî û zilma zihniyeta rejîma Sûriyeyê gelek xebat hatin meşandin, têkoşînên giranbuha û berdêlên giran ji aliye jinên Yekîtiya Star ve hatin dayîn. Di vê berxwedan û têkoşînê de gelek jin hatin binçavkirin, hatin îşkencekirin û hatin wendakirin. Wek mînak Nazlîye Keçel jî yek ji wan jinên berxwedêr a ku ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hate wendakirin û hîn jî aqubeta wê ne diyar e. Yekîtiya Star, di şoreşa Rojava de jî wekî jinên şoreşger û şervanên jin rola xwe ya pêşengtiyê leyîst. Bi hezaran jin bi rêxistin kirin û di gelek xebatên civakî û siyasî de jî cihê xwe girtin. Xebatên hereketa jinê ya Rojava bi avabûna Yekîtiya Star ve dest pê kir û ji bo azadî û wekheviya jinan xebatên xwe bi navê Kongreya Star dan berdewamkirin. Bi tecrube û destkeftiyên Yekîtiya Star têkoşîna azadiya jinan bi avabûna Kongreya Star hîn berfirehtir û zengîntir bû. Niha jî bi rêxistinbûyîneke xweser a civakî û siyasî di gelek qadên têkoşînê de sîstema xweser a jinan hatiye avakirin. Bi hezaran jinan çalakiyên mafên jinan ên dîrokî û cihanî, bi pêşengtiya Kongreya Star li dar xistin û ji hemû herêm û cihanê re jî dibin pêşeng û mînak. Di vê çarcoveyê de endama Koordînasyona Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê, Macîde Hesûn ji ajansa me re nirxandin kir.   'Jinên kurd li Rojavayê Kurdistanê sîstema xwe ava kirin'   Macîdeyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kar û xebatên Kongereya Star a Herêma Firatê, heta kîja astê xwe birêxistin kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ji 2005'an de Rêxistina Kongereya Star hat avakirin, lê di destpêkê de di avakirina vê tevgerê de gelek zehmetî hatin dîtin. Rêxistinkirina Kongereya Star di bin zor û zehmetiyan de hat avakirin. Piştî hat avakirin xebatek mezin hat meşandin. Jinên kurd li Rojavayê Kurdistanê, sîstema xwe dan avakirin. Li Kantona Kobanê, Cizîr, Efrîn û deverên dîtir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev sîstem hat avakirin. Bi vê têkoşîna Kongereya Star, tê dîtin ku Kongereya Star çawa gihaştiye asta pêşketinê."   'Jinan li Rojavayê Kurdistanê xwe bi Kongreya Star bi rêxistin kirin'   Macîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jin di Şoreşa Rojava de bûne xwedî destkeftiyên mezin û wiha lê zêde kir:"Bi pêşketina kar û xebatên Rêxistina Kongereya Star, jinan heta astekê xwe bi rê ve birine û sîstema xwe daye avakirin. Jinê bi çi rengî helwesta xwe anî ziman, jinên kurd yekîtiya xwe çawa ava kirin? Ev girîng in. Li ser van esasana Kongreya Star hat avakirin. Pişt re li ser vê bingehê me zêdetir Kongereya Star bi nav û dengê xwe, di nava civakan de bi rêxistin kir. Êdî derket holê ku Kongreya Star xwedî roleke mezin e û dikare bi şêweyên cuda xwe bigihêje tevahî cîhanê. Her wiha xwe bi rêxistin dike û derdora xwe jî bi rêxistin kir. Her wiha kongereya xwe ji 2 salan carekê li dar xist, ji salê carekê jî konferensa xwe çêdikin. Di her kongreyekê de gelek jinan cihê xwe girtin. Jinan ji bo siberojeke azad xwe bi rêxistin kirin. Ne tenê di Yekîtiya Star de di Kongreya Star de jî cihê xwe girtin. Di heman demê de di 2016'an de ji wê demê de em dibînin ku çawa jin zêdetir li berxwe didin. Yanî jinan piranî di Şoreşa Rojava de xwe bi rêxistin kirin. Jinan sal bi sal di asta biryardayinê de xwe pêş xistin. Sal bi sal xwe di asta xebatên xwe de pêş dixin. Jinan li Rojavayê Kurdistanê xwe bi Kongreya Star bi rêxistin kirin."   'Kongereya Star bi hemû pêkhateyan tev digere'   Macîdeyê di nava axaftina xwe de diyar kir ku êdî sal bi sal jin di astên herî girîng de ji bo parastina deskefetiyên xwe di nava tevgerê de ne û wiha got:"Ji bo tevahî jin di nav de cih bigirin Yekîtiya Star û Kongreya Star ava bûn. Niha Kongreya Star jinên kurd, aşûrî, xiristiyan, çerkes, ereb di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê kar û xebatên di Kongereya Star de tê kirin li ser bingeha tevahî pêkhateyên herêmê ne. Jinên ku şer bandora xwe li wan kiriye û di bin bandora hişmendiya baviksalarî de mane bi saya Yekîtiya Star û Kongreya Star xwe bi rêxistin kirin. Bi vî rengî jinên ku di nava şoreşê de rola xwe lîstin, bûn mîrasa herî mezin a ji bo azadiya jin û civakan."   'Jinên kurd li hemberî DAÎŞ'ê bi ser ketin'   Ji damezirandina Kongereya Star heta roja me ya îro em dibînin ku çawa jin gavên pir pîroz avêtine, çawa mohra xwe li dîrokê dane. Di şerê Kobanê de di 15'ê Tebaxê de jin bûn serkeftina gelan. Her wiha jinên kurd di vê şoreşê de li hember DAÎŞ'a ku dewletên navneteweyî nikaribûn pê, sekinîn. Jin bi îradeya xwe li hemberî tevahî zor û zehmetiyan bûn bersiva azadiyê. Jin di şerê Kobanê de bi ser ketin. Jinên kurd li hemû cîhanê bû xwedî deng û rengê azadiyê."   'Wê jin li hember dagirkeriyê azadiyê mîsoger bikin'   Macîdeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bi hebûna Kongereya Star a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê jinên kurd ji tevahî cîhanê bibe daxwaza azadiyê û wiha lê zêde kir:"Kongereya Star a Rojavayê Kurdistanê, bi çalakiyên curbecur bi rê û rêbazên cuda têkoşîna xwe mezin kir û li hemberî dagirkeriyê, bi seknek bi rûmet wê azadiya xwe mîsoger bikin."