ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-03 09:00:00   *Têkildarî damezirandina Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê, her wiha li ser çi bingehê xebatên xwe dide meşandin, li ser çi rêgezê pergala xwe dide avakirin, Endama Koordînasyona Kongereya Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn wiha got:"Jinan sal bi sal di asta biryardayinê de xwe pêş xistin. Sal bi sal xwe di asta xebatên xwe de pêş dixin. Jinan li Rojavayê Kurdistanê xwe bi Kongreya Star bi rêxistin kirin." DÎMEN HEYE   *Malbatên ku zarokên wan di demên cuda; di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane bertek nîşanî operasyonên li ser Herêma Federe a Kurdistanê dan û gotin: “Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrîşî zarokên me dike. Bila Barzanî rê nede Tirkiyeyê û dest ji îxanetê berde.  Bila kurd li hember îxanet û êrîşan bibin yêk. ” DÎMEN HEYE   *Bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Aktîvista TJA’yê Gulîstan Sonuk diyar kir ku divê gelê herêmê bêdengiya xwe xera bikin û divê gelê Başûr helwesta PDK’ê qebûl neke.  DÎMEN HEYE   *Em Êzidî, tehdida tunekirinê ya pê re hatine rû hev, ji ber hişê dîrokî wek 74’emîn Ferman (qirkirin) bi nav dikin. Ferman di zimanê îro de qirkirin e. Ezîdî êrîşên pê re tên rû hev ne wek komujî an jî qirkirin, dibêjin ferman. Di heman demê de bepirsên komkujiyê jî nîşan didin. Ev rewş her çiqas derkeve holê jî peyamê dide kujer. JINEOLOJÎ   *Adalet Kul a TÎP’î têkildarî transferkirina pereyê ku AKP’ê ji ser TURGEV û Weqfa Ensar şandiye derveyê welat axivî û got divê partiyên muxalefetê tenê bi daxuyaniyan sînor nemînin û bi ser nelêrêtiyê de biçin û gotin: “Welatên ku AKP’yî dixwazin birevên, welatên laîk in. Ji bo terz û rehetiya jiyana xwe, dixwazin civak di taritiyê de bijî.” DÎMEN HEYE   *Dayika Mehmet Halîl Dogal ê HPG’yî ku li Bestayê jiyana xwe ji dest da Asiye Dogal, anî ziman ku bi salan e kurd tên qetilkirin û got: “Em ne şer, azadiyê dixwazin. Em jiyanek adîlane û aştiyane dixwazin. Em naxwazin dilê tu dayikek dinê bişewite. Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin.”  DÎMEN HEYE   *Parêzvana Mafê Jiyanê parêzer Margaret Owen ku îmze avêt nameya vekirî ya ji bo NY’ê hatiye şandin wiha got: “Abdullah Ocalan bi salane çareseriyê dixwaze. Şîdetê rawestînin, hevdîtinên aştiyê bidin destpêkirin, Ocalan ji tecrîda giran xilas bikin ku Abdullah Ocalan diyaloga çareseriyê bi rê ve bibe.”  DÎMEN HEYE