Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê tên nîqaşkirin 2022-06-02 15:21:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê gelek nivîskar, rojnameger, akademîsyen û siyasetmedar ji bo nîqaşkirina êrişên Dewleta Tirk kom bûn û banga helwest nîşandan yekgirtî hat kirin.    Li herêma Mêrgepan a Silêmaniyê, bi awayek berfireh êrişên Dewleta Tirk a bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk tê, ji aliyê bi dehan nivîskar, rojnameger, akademîsyen, aktîvîst û siyasetmendarên Herêma Federal a Kurdistanê, endamên Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û nûrenên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê nîşaqkirin.   Di serî de Çavdêrê Siyasî û Rojnameger Kemal Reûf axivî û got: “Em ê qala metirsiya van êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, ziyana li herêmên sînor û li ser Herêma Kurdistanê bikin. Niha Tirkiyeyê zêdetirî 37 baregehên mezin û 47 baregehên biçûk di nava xaka Herêma Kurdistanê de hene. Ji ber êriş û leşkerkêşiya Tirkiyeyê îsal nêzî 50 gund vala bûne. Ji ber dagirkeriyê bi giştî 650 gund vale bûne. Divê helwestek cidî hebe. Li gorî me, hişmendiyek dagirkeriyê li pişt êrişên Tirkiyeyê heye û peywendî bi PKK’ê ve nîne, PKK’ê dikin hincet.”   Piştre Rojnameger û Çavdêrê Siyasî Mesûd Abdulqaliq axivî û wiha bal kişand ser rewşa heyî: “Armanca Tirkiyeyê zindîkirina Mîsaqê Milî ye û dixwaze wîlayeta Mûsilê dagir bike. Lê, mixabin bertekên li dijî dagirkeriyê gelek lawaz in. Lewma wê îro beşek ji guftûgoya me li ser vê be ka çi helwestê bigirin.”   Parlamentera berê ya Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr têkildarî metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê û dagirkeriya dewleta Tirk axivî. Rêzan diyar kir ku divê li ser mijarê rûniştinek berfireh were kirin, ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê li ser Herêma Kurdistanê ye, li ser Mûsil û Kerkûkê ye jî û wiha axivî: “Dagirkerî gihîştiye astekê ku MÎT’a Tirk di nava Silêmaniyê de bigerî. Ev li ser tevahiya Iraqê metirsiyek mezine." Mixabin di bûyera herî dawî ya nexweş de, di nava bajarê Silêmaniyê de kadroyekî azadiyê hate kuştin. Lê ti aliyekê deng nekir. Gelo wê ev bêdengî heta kengê berdewam bike? Bi rastî bêjim, PKK’ê ji bo yekrêziya Gelê Kurd rolek girîng heye.”