Henan Osman: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xeter e 2022-06-02 11:10:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Komeleya Çand û Civakî ya Newrozê Henan Osman, bal kişand ser êrişên Dewleta Tirk û got: “Siyaseta Dewleta Tirk ji bo tevahiya gelên Rojhîlata Navîn xetereyek mezin e. Di konferansa Kurd-Ereb de hate destnîşan kirin ku divê ew siyaseta Dewleta Tirk a dagirker were deşifre kirin”   Di 29’ê gulanê de Konferansa diyalogê ku bi minasebeta xurtkirina têkiliyên Gelên Kurd û Ereb de hate lidarxistin. Konferansa ku li paytexta Lubnanê Beyrûdê hate lidarxistin, gelek sazî û rêxistinên sîvîl partiyên sîyasî beşdar bûn. Hevseroka Komeleya Çand û Civakî ya Newrozê, Henan Osman a ku beşdarî konferansê bibû derbarê nîqaşên ku hatî kirin de axivî.    ‘Konferanseke dîrokî bû'    Henan, di destpêka axaftina xwe de li ser armanca konferansê sekini û diyar kir ku di vê pêvajoyê de ev konferans berpirsyariyek dîrokî ye. Henan destnîşan kir ku ev konferans ji bo yekitiya gelên Rojhîlata Navîn bersîvek girîng e û wiha axivî: “Li Lubnanê di hêla, siyasî, aborî û civatî de pirsgirêkên mezin û parçebûyînek berbiçav heye. Lewra hem wek berpirsyariyek hem jî ji bo rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan were nîqaş kirin, pêdîvî bi vî konferansê hate dîtin. Bi hemû pêkhateyên civakî û siyasî ve beşdarbûnek gelek baş çêbû. Dewletên desthîlatdar ew parçebûyîna ku li Lubnanê tê jiyîn li gorî sîyasetên xwe bikar tînin. Lê ev konferans ji bo wan hemû parçebûyînan bi peyama yekitiyê hembêz kir. Baş tê zanîn ku heke yekitiyek û diyalogek pêş nekeve ev pirsgirêkên heyî nayê çareser kirin. Li ser gelan siyasetek dabeşkirin û dijberî tê meşandin. Ji bo desthîlatdariya xwe li ser piyan bihêlinîn û serweriya xwe li ser Rojhîlata Navîn mayînde bixin bi hemû alav û qadan de polîtîkayek taybet dimeşînin. Bi vî şiklî zêdetirî gelan li dijî hev dixin.”   ‘Divê bêhtir diyaloga kurd û ereban pêş bikeve'    Henan, di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand li ser têkiliya kurd-ereb û hebûna kurdan a li Lubnanê û got: “Gelê Kurd bi hezar sal in li Lubnanê dijîn lê ji mafên xwe bêpar in. Mafê xwe di hundirê Lubnanê de bidest nexistine. Di gelek qadan de hebûna kurdan nîne. Di hundirê hilbijartinan de kurd nikarin yekê ku îradeya wê temsil dike hilbijêrîne. Kurdan bi hezar salan in li Lubnanê têkoşînan dane, parastina vî welatê kirin e. Lê belê maf, hiqûq, çand, ziman û gelek tiştên wan hatiye winda kirin. Dibistanek ku ji bo parastina zimanê wan tune ye. Em niştecihên Lubnanê nin lê belê em kurd in û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in. Em di konferansê de jî li ser wan hemû pirsgirêkan sekinin. Ev cara yekemin bû li ser astekê bilind konferansek bi vî şiklî di navbera Kurd û Lubnaniyan de pêk hat. Lewra divê em beranberê wan sîyasetên bi xeter yekitiya xwe ava bikin û xwe ji vî parçebûyînê rizgar bikin. Em dixwazin bêhtir dîyaloga kurd û ereban pêş bixînin. Ji ber ku Gelê Kurd û Ereb bi sala ne di heman erdnîgariyê de dijîn. Çareserkirina gelek pirsgirêkên li ser erda Rojhîlata Navîn jî bi dîyaloga Kurd-Ereb û pêkhateyên din bi pêkan e.”   ‘Ji bo gelên Rojhilata Navîn xetereyên mezin...'    Henan, daxuyand ku konferans ji du beşan pêk hat û di her du beşan de jî gelek mijarên girîng hatin nîqaş kirin û wiha bi lêv kir: "Di hundirê wan pirsgirêkên heyî de cara yekemîn ku mijara herî zede derket pêş siyaseta Dewleta Tirk a dagirker bû. Siyaseta Dewleta Tirk ne tenê li dijî Gelê Kurd li dijî hemû gelên ku li Rojhîlata Navîn dijîn xetereyek mezin e. Li dijî gelên ereb, suryan, ermen û êzidiyan xeteriyek mezin e. Dewleta Tirk tenê ji bo ku siyaseta xwe ya misakî milî û xewnên xwe ya Osmanî bide jiyîn, li Lubnanê gelek listokan pêk tîne. Gelek kar û barê xwe li hundirê Lubnanê zêde dike, welatiyên xwe li vir zêde dike û ji wan re nasnamayên tirkî belav dike. Di hundirê hilbijartinan de xwest qismên sunnî bikşîne aliyê xwe. Her wiha ligel gelek dewletên ereb jî lîstokên xwe berdewam dike. Ev polîtîkayên ku pêş dixîne ji bo gelan bi xeter e û gelê lubnanî bi sekna xwe gotin em li hemberê vî siyaset û xetereyê disekinin.”   ‘Heke Kurdistan ji dest biçe dê Rojhilata Navîn jî ji dest biçe'    Henan, destnîşan kir ku êrişên dewleta tirk a li ser erden Başûr û Rojavayê, destpêka êriş û dagirkirina xakên Rojhîlata Navîn e û wiha pêde çû: “Eger Kurdîstan ji dest biçe tê wateya ku hemû welatên Rojhîlata Navîn di bin xetereya dest çûyinê de ye. Piştî dagirkirina erdên kurdan ji bo dewletên ereb jî telûkeyek mezin heye. Berxwedana îro ku gerilla û kurd didin ji bo parastina xakên tevahî Rojhîlata Navîn e. Lewra di konferansê de hate destnîşan kirin ku divê ew siyaseta Dewleta Tirk a dagirker were deşifre kirin. Her wiha îro em dibinin ku Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê re ew êrişan li dijî xakên Kurdîstanê dike. Bi vî şiklî roj bi roj hedef dike ku erdên xwe zêde bike û bi hemû hêza xwe êrişan dike.”   ‘Çareserî di netewa demokratîk de ye'    Henan, anî ziman ku berxwedana jinên kurd û rol û mîsyona jinê, ji bo çareseriyê rengekê aştiyane ye û got: “Berxwedana jinên kurd li Rojavayê xwe bi awayekî şênber da nişandan. Di konferansê de girîngiya li ser rola jinê hate sekinandin. Ji ber ku jin bi tabiâta xwe rola pêşengtiyê digire. Çareseriyê bêhtir bi rengekê aştîxwaz ava dikin. Xelasiya jinê wek xelasiya gelan tê dîtin. Di heman demê de fikr û ramanên Serok Apo ku ji bo azadiya jinê û azadiya gelan pêş xistiye hate nîqaş kirin. Serok Apo, li zindana Îmraliyê di parêznameyên xwe de li ser van hemû pirsgirêkan bi berfirehî sekiniye û gelek rê û rêbazên çareseriyê pêş xist. Di konferansê de jî piştî van nîqaşkirina pirsgirêkan çareserî di netewa demokratîk de hate dîtin.”   'Li dijî dagirkirinê bibin yekhêz'    Henan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kirin ku yekitiya gelan wê ji bo Rojhîlata Navîn bibe hêza çareseriyê û got: “Îro li ser Rojavayê, mintiqeyên parastinê medyayê û li ser tevahî Gelê Kurd faşizm û êrişêk bêhempa heye. Li dijî gerilla her roj sûcên şer tê kirin û li dijî wan çekên kimyewî roj bi roj zêdetir tê bikaranîn. Em daxwaz dikin ku hemû kurd li dijî vê dagirkirinê bibin yekhêz. Roj roja Gelê Kurd e. Em ji vê faşîzmê bi yekitiya xwe dikarin derkevin. Ji bo Dewleta Tirk cudahiya Erbîl, Qamîşlo, Silêmanî an jî bajarek din tune. Heke îro Rojava hedef be dê sibê Hewlêr û bajar û dewletên din hedef bin. Ev konferans pêngavek girîng bû. Hêvî û aramanca me ew e ku konferansên bi vî şiklî li welatên din a Rojhîlata Navîn jî werin lidarxistin û li dijî dagirkirina hêzên desthîlatdar yekitiyek mîsoger were ava kirin.”