Rapora girtîgehên Behrareş: Berdana girtiyan tê astengkirin 2022-06-01 16:05:15     WAN - Derbarê girtîgehên Behrareş de Baroya Wanê, OHD, TÛHAY-DER'ê raporeke hevpar amade kirin. Di raporê de hat bilêvkirin ku berdana girtiyan tê astengkirin û tecrîd girantir dibe.    Komîsyona Girîgehan a Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) a Wanê, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Behrareş de raporeke hevpar amade kirin. Her sê saziyan rapora ku amade kiribûn, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî bi daxuyaniyeke hevpar ji raya giştî re aşkera kirin. Endama OHD'ê Parêzer Mehtap Işik rapor xwend û diyar kir ku ji bo amadekirina raporê serdana Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê ya Erziromê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Dûmlûyê, Girtîgeha Tîpa H a Erziromê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, Girtîgeha Beşîkdüzü ya Trabzonê, Girtîgeha Tipa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê, Girtîgeha Tipa M a Baybûrtê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê bi girtiyan re hevdîtin kirine.    'Berdana girtiyan tê astengkirin'   Mehtap, diyar kir ku li girtîgehan çûna girtiyan a nexweşxaneyan tê astengkirin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin û wiha got: "Lêgerîna qawişan li derveyî armanca xwe pêk tê. Hemû amûrên girtiyan ji hev tên belavkirin. Girtî xwe nagihînên pirtûkên ku ew dixwazin. Nameyên kurdî yên ku girtî dinivisînîn nayên şandin û dîsa nameyên kurdî yên ji wan re tên jî bi hinceta wergerê bi mehan nadin girtiyan. Pekanînên tecrîdê yên bi Rewşa Awarte re dest pê kiribûn hê bêtir giran bûne û didomin. Berdana girtiyan tê astengkirin."   Mehtap, di dawiya raporê de ev daxwaz rêz kirin:   "* Divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li gorî qanûnan û mewzûata navneteweyî bên bidawîkirin û rêveberiyên girtîgehan berpirsiyarên xwe bi cih bînin.    * Divê ji bo girtiyan hê bêtir mafê axaftina bi telefonê bê pêkanîn û hemû kesên ku dikarin serdana girtiyan bikin ji mafê axaftina bi telefonê jî sûd werbigirin   * Ji bo tenduristiya ruh û laşî divê girtî di hêla civakî de bi tenê neyên hiştin.    * Şertên pandemiyê bûne sedem ku şertên tecrîda li ser girtiyan bê girankirin. Ev pekanîn bêtir jî li Girtîgeha Hejmara 1 a Dûmlû ya Erziromê heye. Ev nayê qebûlkirin.    * Divê qotaya li ser pirtûkan bê rakirin û girtî bikaribin rojname, kovar û pirtûkên qanûnî bigirin.    * Divê rêziknameya ku raye dide rêveberiyên girtîgehan berdana girtiyan asteng dike bê bêtalkirin û lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan bên rakirin.