Meşa dirêj a ciwanan ber bi Dêrikê ve diçe 2022-06-01 14:40:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di roja dawîn de didome. Vê sibê ciwanan ji navçeya Girkê Legê ber bi navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo ve dest bi meşê kir.   Meşa dirêj a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê" organîze kiriye, di roja sêyemîn de dewam dike. Vê sibê ciwanan ji navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo ber bi navçeya Dêrikê ve dest bi meşê kir.   Meşa li dijî êrişên artêşa Tirk, bi beşdariya endam û rêxistin, yekitî û saziyên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kir.   Mesa dirêj a ciwanan 30`ê gulanê ji Çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê kiribû, tê payîn ku îro meşvan bigihêjin navçeya Dêrikê. Bi vî awayî dê ciwan derdora 90 kîlometreyan meşiyabin.