Ji TJA'yê binçavkirina jinan şermezar kir! 2022-06-01 14:20:45   MÊRDÎN - TJA 'yê derbarê 15 jinên ku di nav wan de endamên wan jî hene û hatin binçavkirin de daxuyanî da û got, "Em ê bersiva êrîşên li hemberî jinan bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ku mezin bikin bidin."   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdîn û Êflihê de li van bajar û navçeyên wan di encama serdegirtina malan ku hatin krin de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 15 jin duh serê sibehê hatibûn binçavkirin. TJA'yê binçavkirina jinan bi daxuyaniyekê şermezar kir.    'Dê polîtîkayên çewisandinê bi kêr neyên'    Di daxuyaniya ku li ber avahiy HDP'ê ya Bajêr hat dayîn de pankarta bi nivîsa "Em ê bi îrade û têkoşîna jinê faşîzmê têk bibin" havt vekirin û daxuyanî ji aliyê Berdevka TJA'yê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hat xwendin. Eylemê diyar kir ku jinên hatine binçavkirin jinên ku têkoşîna jinan rêve dibin e û wiha berdewam kir, "Îqtîdara siyasî, bi daraza ku li gorî daxwazên xwe bi kar tîne dixwaze jinan ji siyastê dûr bixe, destkeftiyên wan tune bike û jinan hepsî malê bike. Lê em ê bersiva êrîşên li hemberî jinan bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ku mezin bikin bidin."   'Em ê vê pergalê biguherin û hûnê winda bikin'   Eylemê anî ziman ku jin dest ji têkoşînê bernadin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Îro jî li hemberî vê pergala ku hiqûqê nas nake, dixwaze jinan bêdeng bike em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo ku em cîhaneke azadî xwaz a jinan ava bikin em ê li ber xwe bidin. Ji jinan bitirsin ji ber ku em ê jin vê pergala serdest a mêr hilweşînin û hûn ê winda bikin."