Nahîde Ermîş: Pêngava duyemîn jî dagirkirina xaka Iraqê ye 2022-06-01 13:46:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Nahîde Ermîş, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Heke niha di hedefe de erdnegariya başûr û rojavayê Kurdistanê hebe, dê piştre dor bê erdnegariya ereban jî. Bila tu kes nebêje pirsgirêka Tirkiyeyê tenê bi kurdan re heye.”   Êrişên Artêşa Tirk a bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li hemberî Zap, Avaşîn û Metînayê didomin. Bertek û nerazîbûnên gel didomin. Derbarê mijarê de Nûnera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlerê ya Herêma Federal a Kurdistanê Nahîde Ermîş axivî û bal kişand ser armancên polîtîkayên ku li herêmê tê meşandin.     'Siyaseta qirkirinê tê meşandin'    Nahîde, di destpêka axaftina xwe de li ser qetîlkirina siyasetmedara kurd Mehmet Zekî Çelebî sekini û qetîlkirina wî şermezar kir û got: "Ev demek dirêj e li her çar parçeyên Kurdîstanê de siyasetek qirkirinê tê meşandin. Ew siyaset jî li ser tunekirinê hatiye pêş xistin. Qetîlkirina hevalê me Mehmet Zekî Çelebî jî yek parçeyek ji konsepta wê siyasetê ye. Di şexsê Mehmet Çelebî kurd tên tirsandin."   ‘Yekitî divê esas bê girtin'    Nahîde diyar kir ku Dewleta Tirk bêpîvan êrişên xwe didomîne û wiha pêde çû: “Tirkiye û MÎT'a wî, îro li dijî xaka Iraq û başûrê Kurdîstanê êrişek hovane pêk tîne. Lê belê hevkariya partiyên kurd, sazî û rêxistinên kurd jî trajediya Gelê Kurd e. Gelê Kurd berdelên gelek giranbûha daye û hatiye vê astê. Em niha di pêvajoyeke gelek şikestî de nin. Di vê pêvajoyê de hewldana ji bo siyaseta dijminan ne bûyereke ji rêze ye. Di vê pêvajoya hessas de yekitî û berjewendiyên hevpar ên kurd esas girtin girîng e. Fikirandina wan berjewendiyan dikare xwe bigihîne deskeftiyeke mayînde."   ‘Kujerên qetîlkirinên li başûrê tê parastin’   Nahîde, hedefgirtina siyasetmedarên kurd û penaberên kurd en li Herêma Federal a Kurdistanê wiha şîrove kir: "Li herêmê welatparêz hedef tên girtin. PDK hevkariya xwe veşartina wan sûcan dike. Parve sê bûyerên bi vî rengî pêk hatin. Kujer hêj jî nehatin dîtin û nehatin darizandin. Em bang li gelê Başûr dikin ku anga li hemberî wan bûyeran bêdeng nebin, ji ber ku başûrî welatparêz in û di dîrokê de gelek berdelên dane."   ‘Sîyaseta Iraqê bi kaos û aloziyan dimeşe’   Nahîde, helwesta hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrişan jî wiha nirxand: "Heke sekna hikûmeta Iraqê li dijî van êrişan xurtbûya Tirkiyê ewqas cesarete nedikir. Di esasa xwe de li Iraqê de hikûmetek nîne. Li ser hilbijartinê re 6 meh derbas bûn lê hêj jî hikûmetek nehatiye ava kirin. Siyaseta Iraqê jî bi kaos û aloziyan dimeşe. Tirkiyê jî ew kaos û aloziyan li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne. Tirkiyê di vî pêvajoyê de ji aloziyên siyasî, netewî, aborî û her cûreyên re sûd digire. Sedema hebûna wan aloziyan jî hebûna Dewleta Tirk a li herêmê ye."   ‘Piştî axa kurdan dê axa ereban jî bê dagirkirin'    Nahîde, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê: "Piştî ku erdnîgariya Kurdîstanê hat dagirkirin, dê dor bê erdnegariya ereban. Stratejî û politikaya Neo-Osmanî ev e. Loma em dibêjin tîfaq û diyaloga kurd û ereban girîng e. Polîtîkayên êrişan niha di bingeha xwe de erdnîgariya kurdan dihewîne lê bele di pêngava duyemîn de jî erdnîgarî û xaka Iraqê heye. Ji ber vê yekê bêbertekbûna hikûmeta Iraqê nayê fêm kirin. Em îro rewşa Suriyeyê jî dibinin. Li wir ne tenê êrişek li dijî rêveberiya Xweser û Suriyeyê heye. Lewra heke niha di hedefe de Başûr û Rojava hebe wê piştre Lîbya û dewletên din hebin. Bila tu kes nebêje pirsgirêka Tirkiyeyê tenê bi kurdan re heye. Belê niha yekemin kurd di hedefe de ne. Ji ber ku yê ku li dijî polîtîkaya metinger û qirker derdikevin û têdikoşin kurd in.”   ‘Gel siyaseta li dijî nirxên xwe qebûl nake’   Nahîde anî ziman ku li Herêma Federal a Kurdistanê gel bi qirkirinê re rûbirû hatiye hiştin û wiha axivî: "Di vî şerê de binpêkirina sînoran û mafên mirovan heye. Binpêkirina mafên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî heye. Li dijî van binpêkirinan jî divê ne tene kurd, divê dewletên din jî helwestê nîşan bidin. Di salên 1983-1984'an de di nav 72 saetan de ji bo paşve gav avêtinê peymanek hatibû îmze kirin û li gorî peymanê di nav 72 saetan de 5 km dikarîbû bikeve sînoran. Jixwe dema wê peymanê jî tene ji bo salekê bû û piştî salekê jî sînor hatin îhlalkirin. Îro em dibinin ku xaka başûrê hatiye dagirkirin. Gelo yê ku destûre dide dagirkirinê, dikare hesabê bide Gelê Kurd? Niha siyaseteke bi naveroka desthîlatî tê meşandin. Divê dawî li vî siyasetê bînin. Divê siyaseteke ku bingeha xwe de gelê dihewîne were meşandin. Çend roj bere li Bamerneyê Dewleta Tirk bi SIHA’yên xwe du zarokên kurd qetîl kir. Li dijî vê bûyerê nehiştin ku gel bertekên xwe jî nîşan bidin. Malbatê wan zarokan axivîn û dibêjin Dewleta Tirk zarokên me qetîl kir. Lê di çapemeniyê PDK’ê de ew bûyer hate beravajîkirin.”   ‘Gelek hesab û firsend hene'    Nahîde, wiha bal kişand ser hevdîtinên PDK’ê û YNK’ê: "Nêçîrvan Barzanî bi rayedarên payebilind a YNK’ê re civiyan. Her wiha bi partiyên din re jî hevdîtinan pêk anîn. Di van civîn û hevdîtinan de gelek hesap û firsend hene. Lê em tiştek diyarkirî nikarin bêjin. Lê bele li gorî fikr û nerîna min; ji bo serokkomarî di YNK’ê de bimîne lihevhatin. Li hemberê vê jî kîjan berjerwendî were dayîn an jî çi bê xwestin dê demen pêş de em ê bibinin.”   ‘Demokrafiya Başûr jî diguherînin'    Nahîde, daxuyan ku niha li herêmê mijarek din a sereke heye û welatî ji neçariyê koçber dibin û got: "Rewşa gelê Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên AKP-MHP'ê çawa ye, niha heman rewş li herêmê heye. Xelkên vê dere nêzî salekê nikarin mûçeyên xwe bigirin. Li herêma Behdînanê zevî û xaka welatiyan ji hêla Dewleta Tirk ve hatiye şewitandin û rûxandin, ajalên li vî herêmî tên kuştin. Bi vî rengî li ser erdnegariya başûr polîtîkayek taybet tê meşandin. Hemû qadên wan ên hilbêrînê tên tunekirin û gel neçar dimine ku koçber bibe, berê xwe bide Ewropayê. Em ji bo Rojava behsa polîtîkaya demografiye dikin lê heman siyaset îro li başûr jî pêk tê."   Nahîde wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê li Başûr li dijî siyaseta ku tê meşandin bi bertek e. Gelê vê dere li ser xaka xwe bi awayekî azad najîn û ji mafên xwe yên demokratîk bêpar hatine hiştin. Di siyaseta vê derê de renge gel nîne. Di siyaseta vê derê de rengên hêzên hegemonîk cîh digire û gel ev tiştê naxwaze.”