Newaya Jin: Jiyaneke nû hiltê 2022-06-01 11:21:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya mehane ya Jinê Newaya Jin bi manşeta "Jiyaneke nû hiltê" derket.    Rojnameya mehane ya Jinê Newaya Jin a navenda wê li Ewropayê ye bi manşeta "Jiyaneke nû hiltê" derket. Di hejmara 207'an de Besê Hozat li ser mijara Geşedanên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê nivîsand.    Ji tevgera jinên kurd Fatma Adir wateya meqaba zer şîrove kir. Hêja Zerya li ser wateya "Welatperweriyê" sekinî. Di hejmara nû de nivîsa ravekirinê ya li ser siyasetmedara kurd Aysel Dogan a di 11'ê Gulanê de li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da cih girt. Nivîsa bibîranînê ya li ser Gulnaz Ege (Nuran Er) ji aliyê Medya Doz ve hat nivîsandin. Gulnaz Ege (Nuran Er) di 30'yê Îlona 2017'an de li Amedê jiyana xwe ji dest dabû.    Her wiha roportaja bi derhênera ciwan a bi Derya Deniz re hat kirin jî bû mijara hejmara vê mehê ya Newaya Jin. Gotara di kategoriya Jineolojiyê de jî Dorte Rose ya beşdarî kampa Jineolojiyê ya li ser navê Malda Kusa di meha nîsanê de hat lidarxistin, nivîsand.    Rojeva rûpelên kurdî    Di meha hezîranê de di rûpelên kurdî de naverokên balê dikşînin cih girtin. Roza Metîna qetilkirina jinên bi awayekî sîstematîk bi destên dewlet/mêr tên qetilkirin girt dest.    Dîtinên jinên enternasyonal ên li ser rojeva îxaneta PDK'ê ya bi hevkariya AKP'ê di hejmara nû de cihê girtin.    Huner, serhildan û Nûdem Durak   Yildiz Çakar jî pênasekirina çand û hunerê ya dîrokî kir û bal kişand ser wateya hunera Nûdem Durak a ji 2015'an vir ve ji ber stranên kurdî dibêje rehîn tê girtin û 19 sal ceza lê hat birîn.