Ji bo 12 jinên ku înfaza wan hat şewitandin serlêdan 2022-06-01 11:19:31   ENQERE - Şevîn Coşkun a HDP'yî, ji bo 12 jinên li Girtîgeha Bayburtê ya Tîpa M ku înfaza wan hatiye şewitandin, serî li Komîyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê da û xwest ku derbarê mijarê de bi saziyên têkildar re hevdîtin bê kirin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şevîn Coşkun, ji bo 12 girtiyên li Girtîgeha Bayburtê ya Tîpa M ku hejmartina bi nîzama leşkerî qebûl nekirin û derbarê wan de cezayê hûcreyê hat dayîn ku bi vê hincetê înfaza wan hat şewitandin, serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê da.   Di daxwaznameya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku şewitandina înfaza girtiyan wekî rêbaza cezakirin ye û got, "Hate Hînbûn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê; li girtiyan serjimariya bi nîzama leşkerî tê ferkirin. Li gorî agahiyên ku me ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a Wanê girtin, der barê girtiyan de; Hat diyarkirin ku di jimartina danê sibê û êvarê ya sala 2017 û 2018’an de bi hinceta li gorî rêbazê tevnegeriyane cezayên dîsîplînê hatine birîn. Her wiha hat diyarkirin ku hemû girtiyên ku navên wan li jor hatine gotin bi hinceta van cezayên hatine dayîn înfaza wan tiye şewitandin. Pêwîst e bi lezgînî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê ya ku girtiyên mijara gotinê lê dimînin, di bin çavdêriya Komîsyona Mafên Mirovan de lêkolîn bê kirin."    Jinên ku înfaza wan hatiye şewitandin   Navê 12 jinên ku înfaza wan hatiye şewitandin wiha ne: "Delîla Roj Erkmen, Ayfer Balig, Gurbet Ceylan, Ela Kamiş, Nesliîhan Çetîn, Sevda Arcan, Sîbel Kaya, Şehrîban Akdere, Serfiraz Demîrer, Gulsum Koç, Mulkiye Dogan û Fecriye Benek e."