ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-01 09:00:00   *Medenî Yildirim li Licê di çalakiyên li dijî talana xwezayê de hatibû qetilkirin. Dayika wî Fahriye Yildirim wiha got: “Kujer li derve jiyana xwe didomînin. Lê zarokên me di bin axê de ne.” DÎMEN HEYE   *Cotkarên navçeya Stewrê dan zanîn berf û barana di dawiyê de hatiye ew ji qeyranê xilas nekir û wiha gotin:"Pirsgirêk ne tenê hatina teyrokê û ji sermayê şewata daran e. Mixabin em nikarin şitilan jî bistînin an jî tovan bikirin. Yên me çandine jî bi teyrokê tune bûn. Barana hatiye jî dereng barî. Zad hişk bûne şûnde barî. Îsal hilberîn tune ye. Em jî betal in li malê ne. Sedema qeyranê dewlet e." DÎMEN HEYE   *Jinên li Geverê dijîn ji ber qedexekirina zozanan a bi polîtîkayên şer pêk tê nikarin derkevin zozanan. Lê belê jin dibêjin:"Ew qadên me yên jiyanê teng bikin jî em ê dev ji gund û zozanên xwe bernedin. Em ê tevî her tiştî têkoşîna xwe bidomînin."DÎMEN HEYE   *Dayika girtiyê nexweş Ekîm Can Polat ku li girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê girtiye, nexweşê dil, KOAH û helîna hestiyan e, Songul Îlker da zanîn ku divê girtiyên nexweş demildest bên tehliyekirirn û wiha got: “Wê hesab bidin dayikên zarokên xwe winda kirine, wê hesab bidin dayikên zarokên wan girtiye. Em efû nakin.” DÎMEN HEYE