'Divê dosya Fehmî Tosûn ji nû ve bê lêpirsîn kirin' 2022-05-31 16:52:01     STENBOL - Di çarçoveya 17-31'ê gulanê "Hefteya Windayan" de li ber Edliyeya Kuçukçekmeceyê derbarê dosya Fehmî Tosûn ku di bin çavan de hatibû windakirin de daxuyanî hat dayîn. Malbata Fehmî, xwest ku li gorî delîla derketiye holê ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin.    Weqfa Mafê Mirova a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komîsyona Dijî Windakirina di Binçavan de ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di çarçoveya 17-31'ê Gulanê Hefteya Windayan" de li ber Edliyeya Kuçukçekmeceyê derbarê dosya Fehmî Tosûn ku di bin çavan de hatibû windakirin de daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û keçên Tosûn Besna û Jiyan Tosûn tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin xwişka Hasan Ocak ku di 21'ê adara 1995'an de hat binçavkirin û ji vê rojê ve agahî jê nayê girtin Maşîde Ocak xwend.    Maşîde diyar kir ku ji ber derbarê kesên di bin çavan de hatine windakirin lêpirsîneke baş nayê kirin gelek dosya ketine ber demboriyê û wiha got: "Li Tirkiyeyê bêcezahiştina sûcên li dijî mirovahiyê didome. Ji ber ku ketiye ber demboriyê dosya Fehmî Tosûn jî hatiye girtin. Derbarê windakirina Tosûn de delîlên nû derketine holê. Em daxwaz dikin ku ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin."   Piştî Maşîde parêzera Tosûn Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji sala 1995'an ve plaqeya wesayîta ku Fehîm Tosûn pê hatiye revandin bi hinceta "veşartina jiyana taybet" nehatiye lêkolînkirin.    Dû re keça Fehîm Tosûn Besna Tosûn axivî û got ku weke şahideke sûcê li dijî mirovahiyê 100 sal jî derbas bibe wê hesabê bavê xwe bipirse.    Piştî daxuyaniyê hat diyarkirin ku Eren Keskîn û Jiyan Kaya duh li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê gilî kirine û xwestine ku şahida revandina Fehîm Tosûn, Besna Tosûn bê guhdarkirin.