Dayikên nobeda edaletê digirin: Bi gopal be jî em ê biçin 2022-05-31 16:45:38     STENBOL - Dayikên Stenbolê têkildarî binçavkirina xwe ya bi îşkenceyê ya di 10'emîn roja Nobeda Edaletê de daxuyanî dan û gotin:"Ew  çi dikin bila bikin em ê li berxwe bidin. Bi gopal be jî em ê biçin. Em li ber wan hustê daneynin."   Xizmên girtiyan ên ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine betalkirin bên berdan dest bi Nobeda Edaletê kiribûn êkildarî binçavkirina xwe ya bi îşkenceyê ya di 10'emîn roja Nobeda Edaletê de daxuyanî dan. Dayikan li ber Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek sazî û kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Metna çapemeniyê endama OHD'ê Şehriban Kara xwend.    Şehribanê diyar kir ku li Tirkiyeyê demeke dirêj e ku hepiskirin derketiye derveyî armanca girtina ewlehiyê û anîna cih a edaletê û got:"Em encamên vê pratîkê jî bi nûçeyên îşkenceyê, cenazeyên ji girtîgehan derdikevin, dibînin. Li dijî van binpêkirinên mafan ên giran lêpirsînên bi rêk û pêk nayên kirin. Dîsa Wezîrê Edaletê daxuyaniyên binpêkirina mafan înkar dike, dide."   Şehribanê bal kişand îşkenceya li dayikan hatiye kirin û got dayik bi îşkenceyê hatin binçavkirin, polîsên li ber kamerayan êrişî welatiyan dikin hêza xwe ji polîtîkayên bêcezahiştinê digirin.    Çalakvana nobedê Fince Akman a ku mafê axaftinê girt wiha got:"Ew  çi dikin bila bikin em ê li berxwe bidin. Bi gopal be jî em ê biçin. Em li ber wan hustê daneynin."   Çalakvana nobedê Kumri Akgul da zanîn dema wê gotiye Çîçeka Kurdistanê lêdan xwariye û got:"Tevî destên min şikiyayî bû jî dema min ji polîsan re got destên min şikiyaye kelepçe nekin dîsa jî serê min tewandin.    Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umit Efe jî got ew ê şopdarê dozê bin.     Hevseroka MATUHAY-DER'ê  Esin Çelik jî da zanîn ew ê li gel têkoşîna dayikan bin û got dayik ji bo binpêkirin bi dawî bibin li berxwe didin lê belê muhatap nabînin.    Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy jî da zanîn ku tiştên bi serê dayikan ve hatiye faşîzm e û got ew ê gavê paşde neavêjin.    Esraya ji nûde mafê axaftinê girt jî got ew ê pêvajoya hiqûqî bişopînin û dev jê bernedin.