Li Edenê banga 'Mezinkirina têkoşîna hevpar' hat kirin 2022-05-31 15:40:14     EDENE - Ji bo balê bikişînin ser Doza Kobanê, Rexistina HDP'ê ya Edenê daxuyaniyek da û piştre jî dest bi nobetê kir. Di çalakiyê de banga mezinkirina têkoşîna hevpar hat kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, bi armanca balê bikişîne ser Doza Kobanê li avahiya partiya xwe daxuyaniyek da û çalakiya nobetê pêk anî.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Endamê Meclîsa HDP'ê Erhan Basût, endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz û Edeneyê (AATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Akdenizê (AYKAY-DER), Berdevkê Partiya Ji Nû ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) yê  Edeneyê Mehmet Alî Gulşen, xebatkarên Navenda Çandê ya Binevş, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê parêzer Yakûp Ataş û rêveberiya wê, Endamê Desteya Rêveberiya Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Halîl Îmrek û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê bûn. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş ê daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev doza ku bi îdîanameyên çêkirî yên bi beyanên şahidên veşartî û vekirî hatine afirandin, bi helwesta siyasetmedarên me yên dîl girtî, ji bo me hilweşiya ye. Tevî hemû hevrêyên xwe yên di doza kumpasê de dîl hatin girtin û dixwazin bên darizandin em ê partiya xwe ya ku hêviya gelan e û paradîgmaya xwe ya nû ya jiyanê diparêze, bidomînin. Weke gelan, bi helwesta xwe ya berxwedan û têgihiştina demokrasiyê re, em ê van hemû planên çok danînê pûç bikin.”    Girseyê pişt re li avahiya partiyê saetekê çalakiya nobetê pêk anî. Di dema çalakiya nobetê de kursuya serbest hate avakirin û banga têkoşîna hevpar hate kirin.    Piştî nobetê ya saetekê çalakî hat bi dawî kirin.