Şêniyên Minbicê êrişên li hemberî herêmê şermezar kir 2022-05-31 14:28:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Minbicê bi xwepêşandanekê êriş û gefên Dewleta Tirk şermezar kir. Şêniyan diyar kir ku armanca van gefan guhertina demografiya herêmê ye.   Xwepêşandan ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir û li Qada Giştî veguherî mitîngê. Şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partî, saziyên jinan tev li xwepêşandanê bûn. Di mîtingê de, cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Mihemed Berkel axivî   Mihemed, diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha Dewleta Tirk aloziyê kûrtir dike da ku moralê gelê Sûriyê zaîf bixe û planên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne û got: "Dewleta Tirk kengî fersendekê dibîne demografiya herêmên dagirkirî diguherîne û bi hiceta herêma ewle dixwaze projeya xwe ya mêtingeriyê temam bike. Dema Dewleta Tirk ji Sûriyê derkeve, dê Sûriyê aram bibe.   Dewleta Tirk armanc dike bakurê Sûriyê bi giştî ji Sûriyê qut bike û tev li axa xwe bike. Wekî ku di sala 1939`an de li Lîwa Iskenderon pêk aniye.”